Ji Deryareş Porteyên jinan…

13:42

 


JINHA


İZMİR - Pirtûka"Ji kesk heta şîn ji Deryareş portreyê Jinan"  ji aliyê lêkolîner Elîf Yildirim û Leyla Çelîk hat komkirin dê di 8 Adarê de ji Weşanxaneya Nîka derkeve.Lêkolîner Derya wiha got: "Me xwest bidin xwiya kirin ku kesên  Deryareş ne mijara çîrokane gelek malovaniya trajediya kirine .Me xwest Jiyana herema me a rastîn bê zanîn.


Lêkolîner Elîf Yildirim û Leyla Çelîk, jina Deryareş vedibêje û portreyên ku ji nivîskarên cuda û ji rojnameyan komkirine di Pirtûka"Ji kesk heta şîn ji Deryareş portreyê Jinan" de  dane hev. Pirtûka  ji weşanxaneya Nika  derket dê dı 8 'ê Adarê de derkeve pêşberi  xwendevanên xwe .


'Zimanê  dayikê di  malê de hat veşardin'


Leyla da zanîn ku di portreyên dahat şandinde car caran xemgîn dibûn caran dikeniyan wiha axivî: "Armance me ew bû ku Ji Samsunê heta artvînê  li vê erdnigariya ku weke laz tê zanîn , kî dijîn  çawa dijîn , çandek çawa heye  vebêje bû"


Leyla  da zanîn ku Mahîr Ozkanê ku ev çend roj berê di derbarê jinên Hemşîn roportaje şand wiha gotiye ' Ji ber diya min di Turkî de westiya ez zimanê xwe hîn bûm' û berdewam kir; "Rastiya me ev e.  Em behsa bi hezaran kesên li dibistinê, li leşkeriyê, li nexweşxanê  û li kar  bi tundiyê ji zimanê xwe men bûne asîmle bûne  dikin.Zimanê heremê(bi taybetî Romeyika, Hemşinî û Lazî) bi salan weke şîfreke veşartî di malande hat veşartin.Û li gel em zarokên vê heremên e jî em pir dereng bi hebûna wan haydarbûn.Me xwest em vê dewlemendiyê parve bikin.Hêvî dikim em ser bikevin.Her Çîqas em di civaka baviksalarî de be jî dayik bingeha çandê ye. Ji ber vê yekê me jin  girt dest."


'Êrîşên nijadperest me nerehet dike'


Leyla di derbarê şahîdiyan jî  wiha axivî : "Ji Qetlîama Hrant Dînk heta lînçkirina TAYAD'an .Protestoya Yunan hatin Sumele ,qebûlnekirina temsîlkariya HDP'ê,kuştina rahîban, Turkuvanên nirxandinê nijadî dikinde referansênme tune  ye."


Leyla dest nîşan kir ku bi vê pirtûkê ji bo pêşdarazan hilweşînîn jî gavek avêtinê û wiha got: "Hem raperîna faşîst ya li Derya reş zêde bû hem jî antîpatiya li cihê din zede bûn me nerehet dikin. 


Pirtûk diyarî hemû jinan hat kirin


Leyla  destnîşan kir ku di rojek watedar Dı 8 Adarê  Roja jInên Kedkar ên Cîhanê de  em pirtûkê diyarî hemû jinan dikin


(ks/zt)