Jinan peyama ‘Dewlet destê xwe ji bedena me vekişîne’ dan
02:13
NAVENDA NÛÇEYAN (JINHA) – Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê bi hezaran jin kom bûn û peyama "Dewlet destê xwe ji bedena me vekişîne. An bi rastî li ba mafê jiyanê be, an jî Tayyîp ka tu bêdeng be” dan.
Li hemberî qedexeya zarok jiberkirinê, bi hezaran jin li Enqere, Stenbol, Îzmîrê û gelek bajaran daketin qadan û nerazîbûna xwe bi çalakiyan anîn ziman. Jinan pankarta "Ne zarok jiberkirina qanûnî, zarok jiberkirina qedexe dikuje; bila dewlet bêdeng be, jin biaxivin; Qedexeya zarok jiberkirinê=Terora dewletê; Terora dewletê=Komkujiya Roboskiyê" hilgirt. Jinên li ber Kampusa Cebecî ya Enqereyê kom bûn, ji Kurtuluşê heta Kolejê meşiyan. Jinên beşdarî meşê bûn, ji aliyê jinên ku li otobusa li serê “Zarok jiberkirin maf e, Roboskî komkujî ye, rêya navîn tune, em mafê xwe yê zarok jiberkirinê nadin nîqaşkirin” dinvîsî bûn ve hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de, sloganên “Bila dewlet bêdeng be jin biaxivin”, "Ne zarok jiberkirina qanûnî, zarok jiberkirina qedexe dikuje” hatin qêrîn. Li ser navê Înisiyatîfa Jinan a li Hemberî Qedexeya Zarok Jiberkirinê, Gulsen Ulker û Şengul Çelîk, daxuyanî bi tirkî û kurdî xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qedexeya zarok jiberkirinê, êrîşeke rasterast a li hemberî jinan e. Di daxuyaniyê de peyama ''Astengiya herî mezin a li pêşiya daxistina rêjeyên zarok jiberkirinê, wekî ku Serokwezîr îdîa dike qanûnîbûna zarok jiberkirinê nîne, nirxên baviksalarî yên heyî ne” hat dayîn. Jinan nerazîbûna xwe bi gotinên wekî “Ne Tayyîp, em ê biryar bidin ku em ê çend zarok bînin” anîn ziman û wiha gotin: ''Ev 10 sal in ku AKP li ser bedena jinê siyasetê dike. Jin dest didin hev û li hemberî vê siyasetê serî radikin. Li Roboskiyê zarokên kurd bi destê Erdogan hatin qetilkirin. Ev komkujî ye, lê zarok jiberkirin, mafê jinê ye. Serokwezîr nahêle ku ji bilî wî tu kes biaxive. Hevjîna xwe û keça xwe li kuçe û kolanan digerîne, lê li heman kuçeyan, jin tên qetilkirin. An bi rastî li ba mafê jiyanê be, an jî Tayyîp ka tu bêdeng be.” Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dîlan û sloganan berdewam kir û jinan piştî ku nepoxan ber bi asûmanan ve firandin, dawî li çalakiya xwe anîn.
‘Ji Sêwazê heta Qilebanê, ji Qilebanê heta Rihayê’
Li Stenbolê jin li derketina Pangalti Metroyê kom bûn. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlementera CHP’ê ya Stenbolê Melda Onur, nûnerên saziyên jinan jî di nav de gelek jin, bi pankarta “Zarok jiberkirin maf e, biryar a jinan e” ber bi Taksîmê ve meşiyan. Jin bi defên biçûk, sloganên "Dijminê jinan Tayyîp Erdogan", "Dewlet, destê xwe ji bedena min vekişîne", "Jin jiyan azadî", "Bijî yekîtiya jinan", "Tayyîp bireve bireve jin tên" qêriyan. Jinên bi stran û tilîliyan meşiyan, dowîzên mor ên li ser "Zarok jiberkirin nekarî bê qedexekirin", "Ne zarok jiberkirin, qedexekirin kuştin e" û "Ji Sêwazê heta Qilebanê, ji Qilebanê heta Rihayê” hilgirtin. Piştî ku jin gihîştin Qada Taksîmê, endama Platforma Zarok Jiberkirin Maf e Biryar a Jinan e Goknil Akdag, daxuyanî da. Goknîl, diyar kir ku ji bo zilam berpirsyariya kontrola zarok anînê bigirin ser xwe, ji bo zarok jiberkirineke bi selametî, ewlehî û bê pere, ji bo jin bêyî destûra hevjînên xwe zarok jiberxwe bikin û heta 12 hefteyan li hemû saziyên tenduristiyê yên dewletê bikaribin zarok jiberxwe bikin, dimeşin. Kurdiya daxuyaniyê jî, ji aliyê Ferîde Eralp ve hat xwendin. Ferîde jî da zanîn ku helwesta jinan zelal e û nikarin pêşniyaza 8 hefte erê bikin. Piştî daxuyaniyê, jinan li ber stranên Grup Bandistayê careke din gotin "Bedena me ya me ye" û çalakiya xwe bidawî kirin.
‘Bi mafê me yê zarok jiberkirinê re mijûl nebin, hesabê qurbanên Roboskiyê bidin’
Endamên Platforma Zarok Jiberkirin Maf e Biryar a Jinan e, li Qada Cumhuriyetê ya Îzmîrê jî, heta ber Şaredariya Bajarê Mezin meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di meşê de pankarta “Zarok Jiberkirin Maf e Biryar a Jinan e” hat hilgirtin û sloganên bi kurdî û tirkî, yên wekî “Zarok Jiberkirin Maf e Qileban Komkujî ye” û “Jin jiyan azadî” hatin qêrîn. Di meşa ku qedexeya zarok jiberkirinê biç epik û tilîliyan hat şermezarkirin de, jin sloganên “AKP destê xwe ji bedena jinê vekişîne” qêriyan. Endama platformê Ozge Yolcu, li ser navê jinan daxuyanî xwend. Ozge destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan bi gotinên wekî “Her zarok jiberkirinek Qilebanek e”, ketiye tengasiyê û hewl dide ji komkujiya Roboskiyê rizgar bibe. Ozge, got ku yek ji mafên jinan ên herî girîng ê hatiye qezenckirin, zarok jibergirtin e û ev bûye hedefa Serokwezîr. Ozge banga “Bi mafê me yê zarok jiberkirinê re mijûl nebin, hesabê qurbanên Roboskiyê bidin” li hikûmeta AKP’ê kir û wiha got: “Destê xwe, zimanê xwe, ji bedena me vekişînin.” Çalakiya jinan, bi stranên koma muzîkê ya bi navê Pîppa, bi dawî bû.
(pi/ho)
Foto: Pelîn ÎKTUEREN

