Abdullah Ocalan: Di Çareseriyê de xala pêşin azadiya jine ye
13:49
JINHA
RIHA - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi mûnasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê ji jinan re peyamek şand. Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Erdoğan berevajiyê tişta ku ez dibêjim, dibêje. Dibêje 3 zarok, zewaca zû. Ew jî bi zanebûn dibêje, ez jî bi zanebûn dibêjim. Du hişmendiyên dijberî hev in. Em ê bibînin ka ew bi ser dikeve yan em bi ser dikevin. Di nav xalên min ên Çareseriya Demokratîk de azadiya jinê xala pêşîn e.”
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li gundê Mehser ê navçeya Pirsûsa Rihayê bi tevlebûna hezara jinan mitîng pêk hat. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê ji jinan re peyamek şandi. Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliye Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve hat xandin.
‘Ez qala heskirina civakî dikim’
Peyama Ocalan wiha ye : “Di şexsê Kobanê de jinan, bi rihê berxwedanê yê Arîn Mîrkanan, çavên xwe ji bo jiyana nû, ji bo şaristaniya nû vekiriye. Ez bi van hestan we jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi rêzdarî silav dikim, 8’ê Adarê Roja we ya jinên kedkar a cîhanê pîroz dikim. Tişta ku em dixwazin bi pêş bixin azadiya jinê ye. Niha hemû cîhan di şexsê jina ku li ber xwe dide de vê yekê dibîne û di kovarên xwe de cih dide vê bedewiyê. Vê evîna azadiyê ji vir dest pê kir. Divê ev rast bên fêmkirin. Di rastiya Kurdistanê û kurdan de divê mirov sosyolojiya evînê bizanibe. Ez evînê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana bi vana re girêdaneke paqij e, lê ku jiyana azad tune be ev bêwate ne. Tişta ku ez qal dikim evîneke civakî ye.
Ji bo min azadiya jinê ji her tiştî girîngtir e. Jina herî bedew jina ku jiyanê herî azad dijî ye. Yekbûn û yekîtiya bi jina kole û mêrê desthilatdar re tişta herî kirêt û bêrûmet e. Dîsa tu tişt ji yekîtî û yekbûna bi jina azad û mêrê ku ji desthilatdariyê rizgar bûye re ne rast û hêjatir e.
‘Jina herî bedew jina azade’
Ev 30 sal in alîgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyalog û peymana min a bi, jinê re girîng e. Hûnê peymana civakî ya jinê bi pêş bixin. Ev peyman ji kuştinên jinan bigire heta sinetkirina jinan, divê peymaneke ku li hemberî tecawiz û hemû tiştên wek wan têdikoşe be. Divê hûn bi kûranî binirxînin. Baweriya xwe bi mêran neynin. Dogmatîka mêran hilweşînin. Bi jinantiya xwe bawer bin. Azadî û wekhevî bi meseleya jinê pêk tê. Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa jinê ye.
‘Jin nebe jiyan nabe’
Bêyî jinê jiyan nabe. Bêyî azadiyê etîk û estetîk nabe. Tişta ku ez jê re dibêjim etîka jinê hêza jinê ya biryardayînê ye. Stendina jinekê yan jî dayîna keça xwe nayê qebûlkirin. Divê tu bibêjî ez ez im. Ez ne ya kesî me. Jin ne hevjîna mêrê xwe, keça bavê xwe yan jî xwîşka birayê xwe ye. Divê ne wisa be. Divê jin xwe be. Formula vê yekê xebata ji dil e, lêhûrbûn e, ronîkirina tariyê ye.
‘Ez nabim endamê endamê welatek yê jinan qetildike’
Erdoğan berevajiyê tişta ku ez dibêjim, dibêje. Dibêje 3 zarok, zewaca zû. Ew jî bi zanebûn dibêje, ez jî bi zanebûn dibêjim. Du hişmendiyên dijberî hev in. Em ê bibînin ka ew bi ser dikeve yan em bi ser dikevin. Di nav xalên min ên Çareseriya Demokratîk de, azadiya jinê xala pêşîn e. Fêm nakin. Dibêjin “ çi eleqeya viya bi çareseriya demokratîk re heye”. Ez zelal diaxivim. Têkiliya azadiya jinê ya bi çareseriya demokratîk re pir zelal e. Min berê jî got, li welatekî ku ev qas jin lê bên kuştin, ez nabim endamê vê dewletê. Çareserî; bi hiqûqa jinê ya wekhevî û azadiyê pêk tê. Hiqûqa jinê, hiqûqa azadiyê ji bo min esas e.
Ez dizanim ku jin hêzeke mezin ji min digirin û ez xwe jî wek rêhevalê we yê çareseriyê pênase dikim. Çanda mêrane ya serdest a 5 hezar salan, çanda tecawizkaran e. Em hewl didin ku rastiya jinê ya ku ev 9 hezar sal e têk çûye rakin ser piyan. Ji ber vê yekê cewher û kulîlka tevahiya xebata me ya muzakereyan xebata jinê ye. Lewre pirsgirêka jinê pirsgirêkeke çandî, siyasî, aborî û sosyolojîk e. Bi diyaloga xwe ya bi dewletê re em dixwazin ji bo azadiya jinê projeya civaka demokratîk veguherînin dewleta demokratîk.
‘Ez azadim hunê jî azad bibin’
Slogana jinan a ‘’Heta ku Öcalan azad nebe em azad nabin xweş e”. Lewre ez azad im. Hûn ê jî azad bibin. Ez bi we jinên ku li ber xwe didin pir bawer im. Ez dixwazim viya bibêjim ku di pêvajoyeke dîrokî de cara pêşîn cihgirtina jinan a di heyeteke muzakereyan de, tiştekî dîrokî ye û ez pîroz dikim. Bi baweriya min sedsala 21’emîn dê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê. Li ser van esasan ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û dilovanî silav dikim, ji bo têkoşîna we ya azadiyê serkeftinê dixwazim.”
(kom/zt)

