Li Qilabanê û Hezexê şahiya 8’ê Adarê
16:10
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Jînên qîlabanê bî cîl û bergên xweyên gelêrî qada pîrozbahîyê xemîlandîn. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna hezaran jinan mitîng hat lidarxistin.
Lî Şîrnexê pîrozbahîyên 8'ê Adarê bî şêweyên cur be cur tên pîrozkîrîn yek jî deverên îro herî pîrozbahî lê bi kelecan jî navçeya Qîlabanê ye. Bi hezaran jînên Qîlabanê bi cîl û bergên xweyên gelêrî lî ber avahîya DBP'ê hatîn gel hev û 8'ê Adarê pîrozkîrîn.Di demjîmêrên serê sîbehê de jînên hatîn gelhev bê navber duruşmeyên 'Jin jiyan azadî ','Bîjî berxwedana YPJ'ê' hatîn berzkîrîn,pankarta bi ser nîvîsa 'Azadîya jînê berxwedana Sakîneyane' hat vekîrîn û posterên jînên dî tekoşîna azadîya kurdde jîyana xwejîdest dayîn hatîn dalîqandin û qad bi alên YPJ'ê û KJA'ê hat xemîlandîn. Şahî bi sîroda ‘Ey Raqîb’ û rêzgîrtinê destpêkir. Piştî deqeyek rêzgîrtînê pîştre Hevseroka HDP’ê Muzeyen Rostemoglu,Hevseroka DBP'ê Feyroz Îlbîn, hevşaredar û hevserokên Sêgîrkê, Hîlal û Dêrahînê gel sîlavkirin.
‘Emê jin tekoşînê bilind bikin û Rêberê xwe azad bikin’
Piştre Hevseroka HDP'ê Muzeyen Rustemoglu axîfî û got: “Ez destpêkê roja jînên kedkar li jînên kurd û jînên cîhanê pîrozkîm.” Muzeyen axaftina xwe wiha berdewam kîr: “Emê jînên kurd li herçar parçeyên kurdîstanê bî rîhê Arîn û Zîlanan têbîkuşîn. Emê li hemberê çîna serdest tekoşîna xwe bîlîndbîkîn, emê bî hêza hêzên jînên şengal û YPJ ê li ber xwe bîdîn. Pîştre Hevseroka DBP’ê Feyroz Îlbîn axîfî û got: “Em vê rojê lî tevayê jînên YPJ’ê û Şengalê yên di çeperên berxwedanê de pîrozdîkîn û em soz dîdîn wan ku emê lîser rîya wan tekoşînê bîlînd bîkîn. Emê jîn bî vê hêzê Rêberê xwe azad bîkîn û em êdî destur nadîn ku em jîn werîn qetîlkîrîn em weke lêhêyêne û em tu cara jî nahêlîn mafê me bê bînpêkîrîn.Kes nîkare me jî Rêberê me bîke jî ber ku em saya Rêberê xwe hatîne vê astê. Pîştî wê Hevşaredara Qîlabanê Zeynep Uren axîfî û cejna jînan pîrozkîru wîha got: “Ev bîhar jî bo me kurdan gelek gîrînge bî taybet jî bo me jînan. Kes êdî nîkare mafême bînpê bîkîn bî saya serê tevgera kurde me dî her qadên jîyanêde cîh gîrtîne û me tekoşîn daye û emê lî hemberê zîlamê paşvero û hêzên serdest yekîtîya jînê avabîkîn. Ev di roja me de dî şexsê AKP'ê de tê dîtîn ku her roj dî daxuyanîyên xwede heqaretên mezîn lî jînan tên kîrîn. Her roj jîn lî cîhanê tên kuştîn lî hemberê viya emê jîn yekîtîya xwe çêbîkîn û hemu jînan azadbîkîn .
Pîştî axaftîna Zeynep bi derketina hunermendên herêmî gel govend gerandin û şahî bîdawî bû.
HEZEX
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna hezaran jinan mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de azadiyaê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwestin. Mitîng li Qada Newrozê ya li taxa Atakentê pêk hat. Hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyê, hevşaredarên navçeyê û bajarokan, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran jin bi kincên gelerî tevlî mitîngê bûn.
Di mitîngê de wêneyên Gulnaz Karataş (Bêrîtan) Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û gelek alên YPJ û KJK'ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê mitîngê dest pê kir. Di mitîngê de hevşaredar û hevserokên DBP û HDP'ê girse silav kir. Pişt re hevserokan axaftinên kin kirin û di axaftinan de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
Piştî axaftina mitîng bi muzîk û govendê bi dawî bû.
(hk-zf/zt)

