‘Jinên kurd bi berxwedanê navê xwe bi hemû cîhanê dan bihîstin’
16:44
JINHA
RIHA - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di mîtînga 8'ê Adarê ya li ser sînorê Kobanê de axivî û diyar kir ku bi vê rêxistinbûnê ve ne sîstem, ne zilmkar û ne jî hişmendiya mêran nikare xwe li hemberî me bigre û wiha got: "Pirsgirêka jinê pirsgirêka gerdûni ye. Jinên li Kobanê li ber xwe didin, navên jinên kurd li tevahî cihanê dan bihîstin. Bi hezaran sal wê ev jin di dîrokê de bijîn."
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li gundê Mehser ê navçeya Pirsûsa Rihayê bi tevlebûna hezara jinan mitîng pêk hat. Di mîtîngê de Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekemz axivî û roja 8'ê Adarê li tevahî jinên li Kobanê li ber xwe didin û têkoşînek bêhemapa nîşan dan şervanên YPJ'ê û li tevahî jinên li qadê pîroz kir. Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Ayşe Efendî jî got: “Di saya serê şehîdan û di saya serê jinên YPJ'ê Kobanê azad bû, û ji ber ku niha em beranberî sambola Kobanê Miştenûrê ne ez gelek keyfxweşim.” Ayşe silavên xwe ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên bi felsefeya "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" ketin li ser rê û tevahî gelê bakurê Kurdsitanê yên pişgiriya berxwedanê kirine kir. Li ser navê Kantona Kobanê jî Fevziye Abdî jin silav kirin, pişî Abdî, Parlamentera HDP'ê ya Qersê axaftinek kir.
Peyama Ocalan bû sedema çoş û kelecanê
Piştî axaftinên hatin kirin de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê ji jinan re peyamek şandi. Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliye Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve hat xandin. Peyama Ocalan di mîtîngê de bû sedema çoş û kelecanê.
'Arîna rêya berxwedanê vekir, Kader û Sibelan dewam kir.'
Dîsa di mîtîngê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku pîrozbahiya li beranberî Kobaniya azad pîrozbahiya herî mezine. Selma bilêv kir ku êdî sînorên di nava Kobanê û Pirsûsê de bê wate mane û wiha got: "Jinên li Kobanê li ber xwe didin em silav dikin. Em bejna xwe li hemberî berxwedana wan ditewînin. Em ê li hemberî vê çi bikin. Ya ku em li hemberî vê bikin Arîn Mîrkan ji bo me rê vekir, Kader û Sibelan rê dewam kir. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe û berxwedana xwe bidomînin. Doza neteweyî ya gelê kurd li zîndana Amedê de xwe weke topek ya agir kir û li nava sîstemê de teqiya. Şoreşgerên ku bedena xwe dikirin topa agir çi digotin, 'berxwedan jiyane.' Bingeha civakê jine, eger jin ne azad be wê civak jî ne azad be."
'Jinên kurd dê şopdarên Ocalan bin'
Selma diyar kir ku bi vê rêxistinbûnê ve ne sîstem, ne zilmkar û ne jî hişmendiya mêran nikare xwe li hemberî me bigre û wiha got: "Pirsgirêka jinê pirsgirêka gerdûni ye. Jinên li Kobanê li ber xwe didin, navên jinên kurd li tevahî cihanê dan bihîstin. Bi hezaran sal wê ev jin di dîrokê de bijîn. Em weke jinên kurd heya dawiya jiyana xwe şopdarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin."
Mîtînga li ser sînor bi konsera Hunermenda MKM'ê ya Stenbolê Zelal Gokçe û Koma Muzîkê ya Arîn Mîrkan bi dawî bû.
(zt)

