Ji Mêrê Afgan li hember tundiyê protestoya bi çarşef
16:56
JINHA
HABER MERKEZİ - Li Afganîstan komek mêrên Afgan ji bo balê bikşînin ser bûyerên destdirêjî û tundiya li hember jinê bi pankarta "Em ji her cûre tundiyê re dibêjin na" kombûn û drûşmên 'Cilê jinan eleqeder nebe,çavên xwe dûr bigre' berx kirin
Bi munasebeta 8 'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê MêrênAfganî li ber Komîsyona xweser a Mafê Mirovan ya Afganîstan , çarşef li xwe kirin û tundî û destdirêjiya li hember jinê şermezar kirin.Mêrên Afgan yê pankarta "Em ji her cûre tundiyê re dibêjin na" vekirin druşma'Cilê jinan eleqeder nebe,çavên xwe dûr bigre' berz kirin.
Heftya derbasbûyî Hûnermendêd Afagan Kabrî Hademî ji bo balê bikşîne ser destdirêjiya kuçeyan li kuçeyên Kabîlê bîkîniyê hesin geriya bû.Pişt çalakiyê kabri rastî gefê mirinê hat.Hat zanîn ku Kabrî ji ber gefan mala xwe guherandiye.Li gor rapora BM ya tundiya li hember jinê Afgan ' Bedengî Tundiye';Jinên Afgan hem di malê hem jî di qada kamû piranî rastî êrîşa bi asît û tundiya lêxistinê tê.
(ks/zt)

