Ji Mîtînga Wanê re amadekariyên dawî tê kirin

17:01

 


JINHA


WAN - Amadekariyên Mîtînga ku di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê  dê li sibe li Wanê bê lidarxistin hatiye asta dawiyê,P^îrozbahiyên di çarçoveya 8'. Adarê tê lidarxistin jî berdewam dike.


Li Wanê pîrozbahiyên di çarçoveya 8'ê Adarê Roja jinên kedkar ên Cîhanê de tê lidarxistin berdewam dikin.Li Parka Sanat  Jınên, Navenda Jiyan a jinan a Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin aWanê , şaredarî û VASKΠ hilberînên ku çêkirin 2 rojan li kermesê firotin.dê jinên dahatinên kermesê dê bibexşînîn avakirina Kobanê.


Zabitayên Jin Roja Jinan Pîroz kirin


Zabitayên jin yên di bunyeya Serokatiya Daîreya Zabitayan  a Şaredariya Bajarêmezin a Wanê dixebitin di çarçoveya bernameya 8 'ê Adarê Roja jinên Bajêr pîrozkirin.DI navde Serokê Daîreya Polîtîkayên jinan a VBB Sevgî Ozdînç ,Mudurê zabiteyan Zeynep Karakoyun jî gelek zabitayên jinên bajêr ziyeret kirin û diyarê belav kirin.Zeynep di derbarê bernameyê de axaftinen kurt kir û diyar kir ku  weke serokatiya  daîreya zabiteyan di çarçeveya  hevparbûna jinan xebatek wisa dane destpêkirin.


 Jî bo mîtîngê Belavok 


Di pêşengiya  yekîneyên KJA'yên Wanê dê 7'ê Adarê (sibê) li parka Kultur(Qada Newrozê) mîtînga 8 'ê Adarê  bê lidarxistin.Zabitayên jin jî ji bo Mîtînga sibê li kolana Cumhurîyet belavok belav kirin. Jinan bi erbayen belavok dan jin û mêran. Di belavkirina belavokan de mêran jî alîkariya jinan kir.


(ks/zt)