Cenazeyên 2 şervanên YPJ’ê ji sînor hatin girtin
17:15
Adar
6
/ 2015
JINHA
RIHA -Cenazeyên şervanên YPJ’ê Koçerê Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di pevçûnên 2’ê adarê de li gundê Çelekî yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Rihayê.
Cenazeyên şervanên YPJ’ê Koçerê Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di pevçûnên 2’ê adarê de li gundê Çelekî yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşitpinarê hatin wergirtin û birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Hate hînbûn ku piştî karên otopsiyê her du cenaze dê li Êlihê bên definkirin.
(zt)

