Roja jinan li erdişê bi coş hat pîroz kirin
17:22
JINHA
WAN - Li Erdîşê di Mîtînga 8'ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê ya bi pêşengiya KJA hat li darxistin de bi hezar jin hatin cem hev.Jinên bi cilên heremî tevlî mîtîngê bûn roja xwe û serkeftina Kobanê ya di pêşengiya YPJ hat pîrozkirin.
Li Erdîşa Wanê di pêşeniya KJA de Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat pîroz kirin.Jinan bi cilên netewî û bi druşma 'Jin,Jiyanî,Azadî'berê xwe dan kolana Haşmet Kurum ya ku mîtîng hat lidarxistin.Li qada ku bi flamayên KJA hat xemilandin,wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê li ser "Şoreşa ku jin aktîf be têk naçe , silav ji roja me re"dinivîsîne,Wêneye Sakîne Cansiz , Leyla Şaylemez, û Fîdan Do"an ya li nivîsa "Jin ji bo Serokê xwe û azadiyê di çalakiyê de ne" heye û gelek pankart hatin daliqandin.Hevşaredara Ercîşê Dîba Ermîş Keskîn,Hevşaredarên Ozalp , Saray,Mûradiye û Hevseroka Navenda DBP a Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP a Ercîşa wanê Sevval Çadirci.yekineyên KJA û glek rêxistinên saziyên Sivîl tevlî mitîngê bû.Di Mitînga ji bo kesên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye bi rêxgirtinê destpêkir de drûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Jin Jiyan Azadî" hat berz kirin.
'Serkeftina Kobanê bi têkoşîna jinê hat tacîdarkirin'
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Navenda DBPê Nurgul Baran axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku 8'ê Adarê destkeftiyên hevpar derxistiye û wiha axivî; " 4 'emîn Meşa jinên cîhanê li Kurdîstanê hat kirin.Ev biryardarî bi asta azadiya jina Kurd ve girêdayiye."
Hevseroka Navenda HDP a Ercîşê Sevval Çadirci jî wiha axivî, " têkoşîna jinê di heman demê de têkoşîna bihevre berîsîne.lê belê her roja derbas dibe tundî tê meşrû kirin."
Seval bal kişand ser serkeftina jinên kurd jî wiha dawî bi axaftina anî "Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd bi serkeftina Kobanê hatiye tacîdarkirin"
'Jinên Kurd dê dê qetlîaman asteng bike'
Hevseroka Navanda Hdp'a Wanê Hamiyet Şahîn qetlîama Zîlan bibîranî wiha axivî : "Fikir û zikra qetlîama Zîlan çibe îro fikir û zikra çeteyên DAÎŞ'ê jî ew e.Ji wê demê heta niha tişta ku hatiye ji bîr kirin ewe ku têkoşîna azadiya jinên Kurd e.
Hevşaredara Ercîşê Dîba Ermîş Keskîn jî destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd her roj mezintir dibe û wiha axivî: "Mêr dibe birayên me bavê me, apê me bin lê ev rastiyeke ne efendiyê me ne.Di berxwedana Kobanê de hemû cîhan şahîdiya hêz bawerî jinên kurd kirin û hûrmet nîşan dan.Emê bi yekitî û tevde ispatkirina hêza jinê û baweriya wê berdewam bikin.
Pîrozbahî pişt axaftinan bi Hûnermendên MKM Nîhal, bistaranênNorşîna Kobanî ya YPG, YPJ, bi stranenKobanê û bi govendên hatin gerandin bi dawî bû.
(ks/zt)

