Meryem Kobanê: Jinan bi sekin û berxwedana xwe serkeftin bi dest xistin
17:41
JINHA
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Yekîtiya Star îro bi tevlibûna gelek jinên Kobanê bi wesîleya 8’ê Adarê meş hat li dar xistin. Di dema serdana YPJ’ê de Meryem Kobanê axivî û got: “Ji bo hemû jinên cîhanê bi rastî ev roj gelek pîroz e. Jin bi berxwedana xwe sekna xwe û bi tekoşîna xwe vê serkeftiyê bi dest xist.”
Jinên Kobanê piştî şerê Kobanê ya dijwar yekemîn car 8’ê Adarê dê pîroz bikin. Bi vê wesîleyê bernama ku bi pêşengtiya Yekitiya Star hatibû amade kirin îro bi tevlîbûna gelek jinên Kobanê meş hat li dar xistin. Dayika şehîda enternasyonel Paramaz Kızılbaş Nuran Ağırnaşli û aktivîstên jin yê ku ji Îtalî hatibûn tevlî meşê bûn. Meş ji saziya Yekitiya Starê despêkir. Jin pêşiyê çûn serlêdana karargaha YPG’ê û li vir şervanên YPG’ê piştî deqeyek rêzgirtinê serlêdana jinan qebûl kir.
‘Xwîna şehîdan li erdê nema’
Li ser navê Yekîtiya Star Leyla Amar axifî û got : “Em bi saya şehîdên xwe yê bi rûmet niha di vî axa pîroz de azad digerin. Em di kesayeta Arînan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”
Şervanên YPJ’ê jî roja jinên cîhanê pîroz kirin berxwedana jinê û yê YPJ’ê silav kirin. Jin piştî serlêdana YPGê ber bi karargaha YPJê ve meşiyan û jinan li vir şervanên YPJê silav kirin bi slogan û tiîlîyên xwe bi coşekî mezin roja jinên cîhanê li şervanan pîroz kirin.
‘Bi ked û fedekariya hevalên xwe yên şehîd em gihan vê rojê’
Li ser navê şervanên YPJê fermandara YPJê Meryem Kobanê axifî û got: “Ji bo hemû jinên cîhanê bi rastî ev roj gelek pîroz e. Jin bi berxwedana xwe sekna xwe û bi tekoşîna xwe vê serkeftiyê bi dest xist. Em li ber hemû şehîden şoreşger bejna xwe ditewînin. Bi ked û fedakariya şehidên wek Revana, Roza û Arînan hatin vê rojê û em dikarin bêjin xwîna wan li erdê nema. Em şehîdê enternasyonalis Paramaz Kızılbaş ji bi bîr tînin. Niha dayika wî b ime re ye. Dayika Paramaz jî wek hemû dayikên mey ê şehîdan dibê serbilind be, em wan ji bîr nakin. Rêya wan rêya me ye. Roja jinên cîhanê li hemû jinan pîroz dikin û serfkeftin dixwazin.”
Piştî axaftina Meryem Kobanî dayika Paramaz Kızılbaş Nûran jî axifî û diyar kir ku heyfa Paramaz hatiye girtin û wiha berdewam kir: “ Ez we hemûyan pîroz dikim berxwedana we silav dikim û ez pir bi kelecan im spasiyê xwe dikim roja we pîroz dikim.” Dayika Nûran diyarî da şervanên YPGê û YPJê.
‘Şehidên me axa pîroz dîyar kirin’
Jin, piştî serlêdana YPJê bi meşê derbasî saziya malbatên şehîdan bûn. Li vir jî endamên malbatê şehîdan jinan bi tilîlî û siloganan jinan pêşwazî kirin. Ji bo şehîdên şoreşger deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê malbatên şehîdan dayika şehîd Sakîne Fatma Hemo û endamê saziyê Zerha Mehmûd axifîn û berxwedana şehîdên YPG û YPJ’ê silav kirin. Şehîdên nemir bi bîr anîn û roja jinan pîroz kirin. Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Mustafa Îto bi kurtasî axifî û got: “Li ser navê malbatên şehîdan em roja jinên cîhanê pîroz dikin û bi xêr hatina we dixwazin. Bi rastî jî şehîdên me yê bi rûmet ji me re axa pîroz dîyarî kirin û niha em bi saya wan li vir in. Bi hatina dayika Şehîd paramaz jî em gelekî kêfxweş û serbilind in.”
Piştî axaftina Mustafa çalakî bi çepik û tililiyên jinan dawî bû. Jin bi siloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” belav bûn.
(ch-nç/zt)

