Meşa jinan ya ji Silêmaniyê ber bi Şengalê despêkir
17:58
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa jinan ya di bin pêşengiya RJAK’ê de a ji Silêmanî berbi Şengalê ve destpêkir. Jin li Silêmaniyê Kombûn û ji wir jî berbi Şengalê ve rê ketin.
Meşa jinan ya berbi çiyayê Şengalê ve destpêkir. Meşa jinan ya dibin pêşengiya Rêxististina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistan (RJAK) li Bazara Gişti ya bajarê herêma Kurdistan Silêmaniyê destpêkir. Jin beriya meşê li Bazara Gişti ya Silêmaniyê kombûn û daxuyanî dam çapemeniyê. Piştî wê jin ber bi parka Baxê Giştî ve ketin rê. Jinan li wir govend gerandin. Piştî govendê jin berbi Kerkukê ve rêketin. Wê jin li Kerkukê jî pîrozbahiya 8’ê Adarê li darbixin. Pitştî wê biçin bajarê Hewlêr.
Tê payîn ku karwanê jinên ji herêma Kurdistanê roja 8’ê Adarê li çiyayê Şengalê, li gel jinên Êzidî yên li çiyayê Şengalê pîroz bikin.
(zt)

