Wezaretê pîrozbahiya 8’ê Adarê qedexe kir

18:05

 


JINHA


ENQERE – Wezerata Xebat û Ewlehiya Civakî pîrozbahiya ku BES’ê xwebt li salona wezaretê li dar bixe betal kir. Endamên BES’ê yên ku li dijî qedexeya wezaretê nerazîbûn nîşan dan û diyar kir ku ev qedexe nêzîkatiya li hemberî jinên ku dixebitin û bi rêxistinkirîne ye. 

Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) qedexekirina pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Salona Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya ji layî werazetê ve nerazîbûn nîşan da û ji bo şermezarkirina vê qedexeyê li ben avahiya wezaretê daxuyanî da. Endamên BES'ê di daxuyaniyê de pankarta "Em feraseta ku jinê tune dihesibîne em şermezar dikin" vekirin û dirûşmên, "Jin jiyan azadî" , "Jina birêxistinkirî jina azad e " û "Bîjî piştevaniya jinan” berz kirin û govend gerandin. Dema ku girseyê govend gerand polîs bi gotina "Li vir govend xedexe ye” girse hişyar kir û li serv ê yekê welatiyan jî bersiva, "Em vê qedexeyê nas nakin" dan û govenda xwe domandin. 

Li ser navê endamên BES’ê Fîkret Asan daxuyanî xwend û got ew biryara Wezaretê şermezar dikin û wiha berdewam kir: “Ev biryara Wezaretê nişan dide ku Hikûmeta AKP'ê bi çi awayî nêzîkî jinan dibe.” Fîkret bal kişand li ser gotinên Wezaretê yê "Em ê jin û mêr bikin wek hev, alî jiyan karkeran de emê pêşkevin" û wiha got: "Wezareta ku van îddîayan tîne holê ji etkînlixa jinan re astengî derdixe û nêzikîtiya wan a jinan karker, û rêxistin dertê holê."

Fîkret diyar kir ku wezareta îdia dike wan ji bo di jingeha kedê de wekheviya jin û zilaman pêk bê proje pêş xistine, bernameya ku sendîkaya wan xwest li dar bixe bi awayeke kêfî qedexe kirine û ev qedexe nêzîkatiya li hemberî jinên dixebitin û yên rêxistinkirî nîşan dide.

Fîkret diyar ki ku astenga ku Wezaretiyê derxistiye ti cudaya wî û zihniyeta naxwaze jin di qada jiyanê debin yek e. Piştî daxuyanî yê Mehmet Özer ji endamên BES'ê re helbest xwend û kom bi dirûşmeyên "Jin jîyan azadî" belav bûn.

(fb/sa/zt)