Jinên Serhedê coşa 8'ê Adarê daxist qadan

18:09

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Serhedî  di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de bi Şîara "Bi jina ku li kobanê berxwe dide xwe rêxistin bike, jiyanê azad bike" îro jî li qadan bûn.


COLEMERG


Li Colemergê aktivîstên Kongreya Jinên Azad (KJA)  di çarçoveya 8'ê Adarê de li navenda bajêr bi erbaneyan belavok belav kirin.Hevserokên HDP û DBP jî di navde  glek aktivîstên KJA bi druşma "Jin jiyan azadî"li navenda bajêr hemû esnaf geriyan û banga mîtînga girseyî ya 8 'ê Adarê kirin.


ÎDÎR


Li Îdîrê jî pîrozbahiyên 8'ê Adarê berdewam dikin.Di çarçoveya xebatande ji bo înşaa ya kobanê îro kermesa bi xwarin hat vekirin.Kermesa ku li Qada Şaredariyê hat vekirin  li gel Hevşaredaran welatî jî tevlî bûn.Li ser navê  yekîneyên KJA Gulcan Kaynar destnîşa kir ku ji bo di înşaaya  Kobanê kermes vekirine û wiha axivî: "Di çarçoveya 8 'ê Adarê di 2'ê adarê de çalakî û pîrozbahiyên me berdewam dikin.Îro jî ji bo şnşşaaya Kobanê me kermes vekir.Armanca ew ku hindik be jî em piştgiriya welatiyên Kobanê bikin.Emê 8 'ê Adarê jî çalakiya bijinan re hevditi bikin.Nihan de hemû jin vexwendîne."


QERS


Li  Qersê jî ji bo mîtînga di pêşengiya KJA de dê sibê bi Şîara "Bi jina ku li kobanê berxwe dide xwe rêxistin bike, jiyanê azad bike" bê lidarxistin belavok hat belavkirin.Aktîvîstên KjA bi erbaneyan   li esnaf  û weltiyan belav belav kirin û hat zanîn ku dê mîtînga ku sibê li Qada Cumhuriyetê bê lidarxistin Parlementera Qersê ya HDP 'ê Mulkiye Bîrtane , Hunermend Zelal Gokçe  û dengbêj tevlî dibe.


MILAZGIR


Li Milazgira Muşê jî Rêveberên jin ê DBP û HDP'ê  Û Hevseroka Milazgirê Memnûne Sêylemez  û gelek jin di çarçoveya 8'ê Adarê de li Nexweşxane, Qursên Navenda Perwerdehiya Gel  û sazî geriyan û jin guliyarî jinan kirin.Piştre jinan berê xwe dan PTT'ê û ji jinên girtî re qertpostal şandan


XINIS


 Li Xinisa Erzeromê jî jin di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de li Heywan Dawetê ya Dîlan li hev kom bûn.pîrozbahiya ku bi merşa "Çerxa Şoreşe" destpêkir  jig undan û navçê gelek jin tevlî bû.Li salona alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat daliqandin de sînevîzyona şoreşa Kobanê hat pêşandin.Hevseroka HDP 'ê Meral Alagoz Îmre   bi axaftinek kurt dîroka 8'ê Adarê ya Cîhan û Kurdîstan vegot.


Pîrozbahî  bi gerandina govendê bi dawî bû.


(ks/zt)