‘Têkoşîna me dê bi Arîn û Nefelan berdewam bike'
19:35
JINHA
SÊRT - Li Dihêya Sêrtê Jinan di çarçoveya 8 'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de goristana Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
Li Sêrtê xebatên di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê berdewam dike.Jinan şahiya dê bihata li darxistin betal kirin û bi armanca goristana kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin meş li dar xistin. Meşa ku ji ber avahiya Rexistina Navça DBP a Dihê destpêkir heta Goristana Navend a Dihê bi tevlîbûna hezaran jinan berdewam kir.Di meşê de ji pankart û dovizên wêneyên Damezrînerê PKK'ê Mahsûm Korkmaz, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogana 2 sal berê hat qetilkirin heta Arîn Mîrxan, Mîzgîn Alan û kesên di têkoşîna Kobanê de jiyane xwe ji dest dane û Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci û kesên di têkoşîna azadiyêde jiyana xwe ji dest dane hat rakirin. Polîsên xwestın meşa bi pankart asteng bike li ser vê yeke jinan bi drûşma "Jin jiyan azadî" polis guhdarî nekirin û meşa xwe berdewam kirin.Jınan di meşe de bê navber " Ey Şehid xwîna te lı erde namîne" û "bijî berxwedana Kobanê" berz kirin.
'Em bixwazin emê bibin Arin, nefel '
Pişt Meşa lİ ber deriye gorıstanê qediya jinan di şexsê Mizgîn Alana (Nefel Besmel) YPJ'î ya di 27'ê Sibatê li Kobanê jiyana xwe ji dest da de ,goristana jinên di têkoşina azadıyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.Pişt sirûda "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin hat kirinû Hevşaredara DBP a Dihê Emine Tegin axaftinek kurt kir: " Em jin emê bibin Sakîne, Leyla, Fîdan, Berîtan, Zîlan em bixwaizn emê bibin Arin û Nefel .Emê têkoşina xwe wisa berdewam bikin. Di pergale kapitalist de DAÎŞ a faşist ji dev jı qetilkirina zarokên me naqerin.Emê jî weke hertin li hember vê yeke jî bisekinin.
Pişt axaftinan jınan qurnefil danin ser goristanê û belav bûn.
(ks/zt)

