'Di dada ku ji bo jinan neyî de jin bûn...’
09:21
JINHA
AMED – Jinên di dadgehan de peywir digirin li hember ‘dada mêrane’ serhildanê dikin. Parêzer Hatice Demir dibêje: “Di kîjan pîşeyî de kar kirin ne giringe jin bûn bi serê xwe hedef tê nîşan dan. Dema k udi nava dadgehê de dimeşîn jî rastî tacîza mirovên ji ber karên cuda din ava dadgehê de dixebitin tên. Min ji polîsan re got û gilî kir ji bo derbazî nşeyan neke bi hincetên cuda nêzbû. Ji ber li gel tacîzcî di hemban fikirê deye.”
Din ava çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de yek ji çalakiyên herî bi bandor jî çalakiya Şêwirmendiya Jinên Parêzer ya li ber dadgehê bi navê “Ne dada mêran, dada rastî” bû. Me din ava dadê de nêzîkatiyên zayendi yên jinên parêzer rast tên ji parêzerek jin pirsî. Parêzer Harice Demir diyar kir ku jin bûn bi serê xwe hedef nîşandane û got: “Nayê wê wateyê ku ji ber em parêzerin rastî êrîşên mêran nayên, parêzerbûn jî li hember van êrîşan tiştekê nade guherîn. Pirsgirêkên jin ji derve dijîn em jî dijîn.”
Ji parêzerên jin re ‘Avukat bey!’
Hatice da zanîn ku tenê di welatek bi dad û demokrat de parêzer jî baş dikarin peyîwira xwe bîne cîh û bi qasî tê xwestin rola xwe bilîze. Hatice destnîşan kir k udi welatek wiha de pirsgirêkên parêzer jî dijîn pirin, li gel wan hemûyan jî pirsgirêkên jin dijîn hîn zêdetirin du car bi qasi yên mêranin. Hatice bilêv kir ku gelek caran miwekîlên wê jêre gotinên weke “avukat bey” bi kar anîne, ji ber parezeriyê weke karê mêran dibînin.
‘Em dibin mexdurê tacîzên ku polîs dibin şahidê wan’
Hatice anî ziman ku dema ew li dadgehêne rastî tacîza devki ya kesên ji dozên dinê girtî din ava destê polîs û leşkeran de tên û wiha domand: “Min bi xwe ev jiyan kir. Dema k udi nava dadgehê de bi rêve diçum rastî tacîza devki ya kesên di karên cuda de li wê dixebitin hatim. Polîs jî bûn şahidê vê. Polîsên mêr bi hincetên cuda ne nîşe negirtin. Ji ber li gel tacîzcî di heman fikirê denen.”
‘Em ji aliyê bersuc yan jî xizmên wan ve rastî tacîza devki tên’
Hatice derbirî ku dema bi roj ji bo îfadê li gel muwekîlên xwe diçin qereqolê pir tiştek nîne, lê dema carnan neçar dimînin bi şev li gel miwekîlê xwe diçin û wiha berdewam kir: “Ji bo jinan zore, ji bo jinên parêzer jî zêdetir zor dibe. Di van rewşan de em rastî gelek zoriyan û tacîzên devkî tên.”
‘Parêzerbûna me tiştekê nade guherîn’
Hatice diyar kir ku ji bûn bi serê xwe hedef nîşandane û wiha dom kir: “Parêzerbûna me nayê wê wateyê em rastî êrîşan nayên, li gel em parêzerin jî tiştek nayê guherîn. Pirsgirêkên jin ji derve dijîn em jî dijîn.”
(zt)

