Girtiyên PAJK'ê: Cejna jinên dilê wan ji bo azadiyê lêdixe pîroz be
09:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ser navê Girtiyên PAJK'ê Kajîn Perî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê cejna hemû jinan pîroz kir û got: "Dê jinên di lêgera azadiyê de bi heman armanc û daxwazê dengê xwe bilind bikin. Dê denêg jinan zerya û parzemînan derbaskin û bigihin hev. 8'ê Adarê li jinên dilê wan ji bo azadiyê lê dixe pîroz be."
Girtiyên PAJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyaniya bi îmzaya Kajîn Perî hatî weşandin wihaye: "Di nav pegrala modernîteya kapitalist de ji bo jinê cihekî ewle nemaye ku karibe tê de jiyana xwe bidomîne. Bi her awayî sazî û hişmendiya kapitalizmê li dijî jinanê. Mafê jinan nasnake, di kesayeta civakê, nirxên civakê de jiyanê bi xwe bê wate kirine. Di nav vê pergala tunekirinê de li her derê cîhane jin tên kuştin, tecavuzkirin, lêdan û hwd. Li hember pederşahiya jinên ku serî rakirine, mafên xwe geriyanê çêbune. Di dîrokê de bi derketinên jinên serhildêr re jin mîrata xwe a berxwedan, vînê û hêza moralê avakiriye."
'Ala ku ji Clarayan dewir hat girtin li Kurdistanê hat bilindkirin'
Kajîn balkişand ser berxwedana ji Clara û Roza yan despêkirî û li Kurdistanê berdewam dike û wiha got: "Jina kurd di nav tekoşîna PKK'ê de cihekî giring digre û her tim rista xwe a pêşengiyê leyîstiye. Xwedî li mîrata jinên berxwedêr derketiye û di nava civaka kurdan de nirxekî bê hempa avakiriye. Jina kurd ala tekoşînê ji Clara yan Roza yan girtiye û li kurdistanê bi serfirazî bilind kiriye. Îro li çar aliyê kurdistanê di pêşengiya jinan de li hember jinkujiyê, jiyankujiyê berxwedanekê bê hempa tê meşandin. Ev berxwedan û hêza jina azadîger li tevahî cihanê ji bo jinan bûye hêvî, bûye sud, bûye pêwendiya jiyanekî azad û jinane."
'Dê dengê jinan Zerya û parzemînan derbaskin û bigihin hev'
Kajîn bilêv kir ku dê jin li her aliyên cîhanê dengê xwe bilind bikin û bigihin hev û wiha domand: "Hêz û vîna ku di pêşengiya jinên dilêr de derketiye holê û bilind bûye. Di 8'ê Adarê de dê jinên azadîger bi heman mebestê û daxwazaê ve ewê dengê xwe bilind bikin. Dê dengê jinên cihanê zeryayan û parzemînan derbas bike û bigihije hev.
Bi wesîleya 8'ê Adar'ê ve divê tevahî jinên cihanê mil bidin hev, viyanek, daxwazek, tekoşînek û xweparastinek hevpar derkeve holê. Dema jinan di nav xwe de hevpariyek çêkir, dê karibe bi pergalî û bi rêxistinî li hember jinkujiyê re bêje; "Êdî Bese!" 8'ê Adar'ê roja yekitiya jinane. Em hêvî dikin ku dê bibe roja avakirina xweseriya jinan jî, ew roj nedûr in. Em weke jinên PKK-PJAK'ê hişmendiya jinkujiyê şermezar dikin. 8'ê Adar'ê li tevahî jinên cihanê û jinên kul i Şengalê, li Kobanê, li Qendil û li tevahî qadên berxwedanê, jinên ku di eniya şer de cihê xwe girtine, jinên dilê wan ji bo azadiyê lê dide û li Rêber Apo dikin dikin."
(şg/zt)

