Alternatîfa kovarên Populer- piyasa: Roza
09:33
Asiye Tekin/JINHA
ENQERE - Kovara Roza ya ku ji aliyê komek xwendekarên zanîngehê yên jin ve hatî amadekirin di 4'ê Nîsanê de salek xwe tije dike. Kovar navê xwe ji 1'emîn Kovara Jinan Roza ya di sala 1996'an de derketî digire. Kovar bi keda komun ya jinên xwendekar tê amadekirin û tayîbetî jî tê gihandina jinên girtîgehan. Xebatkarên Roza yê gotin: "Heger bi keda xwe em bikarin di rêxistinê de bibin dilopek şanazi ya meye."
Kovara Roza navê xwe ji 1'emîn Kovara Jinan Roza ya di sala 1996'an de derketî digire. Kovara Roza di 4'ê Nîsana sala 2014'an de ji aliyê komek Xwendekarên jin yên li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgari yên Zanîngeha Enqere (DTCF) ê dixwînin ve hat derxistin salek xwe tije dike. Kovara ku bi keda jinên xwendekar ya hevpar tê amadekirin hewildide di aliyê çand û hunerê de bibe dengê jinên kurd. Hijmara 6'emîn ya kovarê dê piranî ser 8'ê Adarê û Newrozê be. Ji xebatkarên Kovarê Ruveyda Tunç qala çîroka weşana kovarê kir û got: "Di sala 1996'an de komek jinên femînistên kurd kombûn û biryara derxistina Kovara Roza dan. Bi wî awayî navê kovarê derdikeve. Me jî xwest kevneşopiya wê kovarê berdewam bikin, ji bo wê jî me navê kovara xwe kir Roza."
Xeyalên Fatma û Emel bûn rastî
Ruveyda da zanîn ku fikira derxistina kovarê ya duhevalên wan yên paşê tevlî nava refên PKK'ê bûne ye, ji bo xeyalê hevalên xwe bidin jiyîn ketine rê û wiha got: "Din ava DTCF'ê de derxistina kovarê fikira meya berî çend salan bû. Xebatên me ji ber girtinên cuda nîvî de dima. Piranî hevalên me yên wê demê me bi hev re ev fikir par kirî niha li deverên cudane. Ji wan hevalên me tayîbetî jî fikira du hevalan bû. Hevalên me Emel û Fatma yanî jî bi zimanê mey ê hevaltiyê Emelê û Fatê niha li deverên durin. Her du jî du mirovên bedew yên li pê xeyalên xwe çune. Her du hevalên me yên herî baş bûn. Fikirê wan yê mezin ne diketin nava dîwarên vê fakulteyê. Wan kevokên azadiyê rêwîtiyek dur hilbijaratin… Di aliyê hestiyarî de dema mirov binêre herî zêde ev kovar bi bîranînên nîvîmayî dixwaze xwe berdewam bike…"
Wateya 4'ê Nîsanê û Roza
Ruveyda anî ziman ku navê kovarê ji bo wê gelek giringe û wiha domand: "Heger mirov li wateya navê Roza binêre., ro roj, za jî zayîn e… Roza peyîvek kurdiye û tê wateya 'derketina rojê', yan jî 'roj derket'. Lê wateya wê ya herî giring jî rojbûna rojêye. Roj hiltê, ew tîrêj, ronî û enerjiya hindirê xwe dide ji derve. Di demsala bûharê de em derdikeve. Ji mehan Nîsan û rojbûna me rastî 4'ê Nîsanê tê. Ji bo kurdan bi wateya gotinê rastî jî rojbûna rojê ye. Piştî salên dirêj yên tarî di rojek wiha de derketina rojê û tîrêjên xwe yên zerê zêrîn berdana nava xaka Kurdistanê. Bi van tîrêjên rojê yên zindî çiyayiyek piştî salan vedigere roja kurdan. Niha jî kurd dibin tîrêjên wê rojê de ber bi azadî û serkeftinê diçin. Erê di 4'ê Nîsanê de carekê roj ji bo kurdan hilat…"
'Em li benda nivîsên girtîgehanin'
Ruveyda bilêv kir ku wan ji herêmî despêkiriye lê armanca wan xwe gihandina herkesêye û wiha berdewam kir: "Erê kovara me despêkê ji nava DTVF'ê derket, lê emê tenê din ava wê de sînor nemînin. Em ji hevalên xwe yên girtîgehan nivîsan dixwazin. Ev cihê wane. Heger rexneyên hevalan hebe bila bêjin emê memnun bin. Me ji herêmî despêkir, lê emê herêmî nemînin. Em din ava hewildana kovara xwe gihandina hemû deverên Kurdistan û Tirkiyê…"
Li hember çanda populer înat
Ruveyda wiha axivî: "Di heman demê de Roza li hember çanda populer helwesteke." Ruveyda anî ziman ku ew li hember kovarên çandê yên piyaseyên paşdemayî xwediyê xetekêne û wiha got: "Kovarên piyasê li peyî wan kesîmên deshilat hene. Weke ku tenê deshilat dikarin xwe di wan kovaran de îfade bikin, hemû derî li wêjevanên nû tên girtin. Li hemberî wê herêmên alternatîf yên çand û hunerê bi sînorin. Kovarên çepgîran yên çand û hunerê jî pir ji kovarên piyasê xetek wan ya cuda nîne. Ji xwe rewşa me kurdan ya weşanê jî li ber çavane, piranî demên kovarên me jî li derdora derketina Roza re ne… Me xwest bi Roza em navendên xebatê ji bo nifşên ciwan vekin. Bi qasî ji destê me tê em cîh didin hilberînên ciwanan. Weke ziman jî em despêkê didin kurdî. Bi qasî em dikarin hewil didin ku Roza bi zimanê kurdî serwer bikin."
(zt)

