Jinên çopa kolanan kom dikin...

09:41

 


JINHA


ÎZMÎR - Jinên ku li kolanên Îzmirê ji bîdonên çopê karton û bermahiyan kom dikin, rojê 10 saetan di nava şert û mercên xerab de dixebitin û debara xwe dikin. Jinên ku her sal li derve dixebitin dê îsal jî bêyî beşdarî pîrozbahiya 8'ê Adarê bibin, roja xwe derbas bikin. Jinan anîn ziman ku heta niha qet neçûn pirozbahiyê û dê îsal jî wisa derbas bibe.


Dema mirov li kolanên Îzmirê digere, li her kolanê dibîne ku jin erebokên destan di destê wan de ye û li ber bîdonên çopê bermahiyan kom dikin. Jirêr ku her roj ji bidonan bermahiyan kom dikin, ji serê sibehê heta derengê êvarî di nava şert û mercên xebar de çopê kom dikin. Yek ji van jinan jî Ayşe ye.


'Wekî ez her roj ledanê bixwim...'


Li Navçeya Bornova ya Îzmîrê dema ku jina bi navê Ayşe çopê ji bidonê kom dike, li ber çavan dikeve. Ayşe, diyar kir ku 10 salin li kolan digere û bermahiyên çopê kom dike. Ayşe ani ziman ku 3 zarokên wê hene û 3 zarokên wê jî pişta xwe dan wê û ew bi serê xwe ma. Ayşe wiha got: "Piştî zarokên min pişt dan min û hevserê min jî mir ez bi tenê mam. Ez niha çope kom dikim. Ji min re dibêjin çima tu çima vî kari dike. Ji ber ku nexweşiya dil bi min re heye nikarim karên giran bikim. Ez rojê zêdeyî 10 saetan dixebitim. Dema ez diçim malê wekî ez her roj lêdanê bixwim. Ev kar nexweşiya min a astimê sor dike. Lê ez nikarim karekî din jî bikim. Naxwazim li ciheki din bixebitim ji."


'Dê bi xebatê derbas bibe'


Ayşe, destnişan kir ku ji bidonên çopê karton, xurde, şûşê pedê û bermahiyên din kom dike û wiha axivî: "Ez heta niha qet neçûm pîrozbahiya 8'ê Adarê. Dê îsal ji wisa derbas bibe."


Jina bi navê Necmiye ji anî ziman ku piştî hevser û keça wê jiyana xwe ji dest da dest bi vî karî kir û wiha got: "Ez neçar mam ku li neviyên xwe binerim. Ji rojê heta niha ez li neviyê xwe dinerim û wan xwedi dikim. Ceyran, av, kiro heye ez pir zahmetiyan dijîm. 12 salin çopê kom dikim. Ez her sibe saet di 6'an de radibim û heta saet 8'ê êvarê çopê kom dikim. Em hemû çopa Bornovayê kom dikin."  Keça bi dayika we re diçe çopê kom dike Begum a diçe pola 6'an jî anî ziman ku karekî pir zahmet û zor e û wiha got: "Ez diçim pola 6'an. Di vi temenî de jiyan pir zor e. Ez bi dayika xwe re diçim û heqê dibistana xwe derdixim."


(mae)