Heta jin azad nebin, maf û cîhan azad nabe (2)
09:47
Ozgur Devrîm/JINHA
BEHDÎNAN - Endama Koordînasyona PAJK'ê Zilar Stêrk, diyar kir ku pirsgirêka jinan ji pirsgirêka nîjad, netew û çînê wêdetir e, pirsgirêka jinê pirsgirêka civaka demokratik û jiyana azad e. Zîlar, anî ziman ku pirsgirêka jinê pirsgirêkek bi kok a azadiyê ye û wiha got: "Di serdema niha de pirsgirêka herî sereke ya civakê ye. Ger ku îro ev pirsgirêk neyê çareserkirin, wekî ku avahî li ser bingehekî riziyayî bê avakirin. Ji ber vê yekê pirsgirêk rast be pênasekirin û li ser bingehê rast bê çareserkirin.
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK)'ê Zilar Stêrk der barê armanca Komîsyona Azadiya Jinê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava 10 xalên çareseriyê de pêşkêş kiribû, tarza rêxistinbûna Komeleyên Jinên Azad (KJA) û Meşa Jinên Cîhanê ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dane destpêkirin nerînê xwe parve kirin.
‘Komîsyona Azadiya Jinê’
Zîlar, ewil têkildarî biryara avakirina "Komîsyona Azadiya Jinê" ku di encama têkoşîna salan a Tevgera Azadiya Jinê de pêk hat, nerînên xwe bi mere parve kir. Zîlar, bilêv kir ku wan Tevgera Azadiya Jinê komîsyonek ava kir. Zîlar, ani ziman ku ji bo bêtir li ser pirsgirêkan hûr bibin û pişti muzakereyan çareseriyê ava bikin ev komîsyon ava kirin. Zîlar, bibîrxist ku mijarê li ser 4 xalan digirin dest û wiha got: "Pirsgirêkên ku jin dijîn, li her qadek cihanê bi awayekî cuda tê pênasekirin. Li gori hinekan pirsgirêka biyolojîk e, li gorî hinekan pirsgirêka civakî ye. Li gorî hinekan çandî û li gorî hinekan jî berhema pergala kapîtalîst e. Her tevgerên ku di mijara jinê de bûne xwedi nasnameyek li gorî xwe pirsgirêkê bi nav dikin û şirove dikin. Em jî wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê pirsgirêkê pênase dikin û li gorî vê yekê pêşniyarên me yên çareseriyê jî hene. Lê em naxwazin vê yekê bi tena serê xwe pêş bixin. Em dixwazin bi çand, gel, bawerî û pîşeyen cuda yên ku em bi hevre dijîn, hevpar çareser bikin. Ji ber ku pirsgirêka jinê ji pirsgirêka nijad, netew, çîn û baweriyan wêdetir, pirsgirêkek hevpar a azadiyê ye. Pirsgirêka herî sereke ya civakê ye. Pirsgirêka civaka demokratîk û jiyana azad e. Hem pirsgirêka sereke û hem jî pirsgireka kokê ye. Heta ku bingehê vê yekê xurt neyê avêtin înşa li ser vê bingehê pêş nakeve."
'Divê jin sererastkirinên zagonî yên jinan eleqeder dikin pêk binin'
Zîlar, destnîşan kir ku divê berî her tiştî pirsgirêk rast bê pênasekirin û li gorî çarçoveyek zagonî çareser bibe. Zîlar, makezagon jî rexne kir û wiha got: "Bi qasî ez dizanim, di nava makezagonê de zagora bi navê "Pirsgirêka jinê" derbas nabe" Lê di rastiyê de pirsgirêka sereke ya civakê ye. Ji ber vê yekê divê ji bo çareseriya pirsgirêka jinê hin gavên zagonî yên şênber bên avêtin. Bê guman divê ev rastkirin û avakirina zagonan ji aliyê mêr ve neyê kirin. Divê mêr der barê jinan de zagonan pêş nexin. Divê jin bi xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe zagonan dîne û pêş bixe. Divê jin xwedî gotin û vîn bin. Ya din jî divê jin azad û wekhev beşdarî ve pergala avakirina makezagonê bibin. Divê pergala civaka demokratîk û azad bê avakirin. Divê jin azad û xwedî vîn beşdarî vê pergala civaka demokratîk û azad bibin. Bê guman dê azad û wekhev pêk bê, lê ji bo azadiyê divê çi bê kirin. Jin di aliyê zanebûn û perwerdehiyê de ne xwedi heman maf in. Dîsa di milê parastin, ewlehî, hiqûq, daraziye de ne wekhev in. Di jiyana civakî de jî newekhevi pir zêde ye. Di kada kedê de jî binpêkirin pir zêde ye. Ev tenê bi destê dewletê pêş nakeve. Li mal, kargerî, sazî û hemû qadên jiyanê de pêş dikeve. Ji aliyê bav, bira û malbatê jî ev newekhevi heye. Keda jinê wekî ked nayê dîtin. Ev newekhevî, hem di qada saziyên dewletê de û hem jî di nava malê de pêk tê. Malbat jî wekî dewletek biçûk ma mêtînger e. Vîna jinê pir bi sînor dike û hemû mafê jinê ji destê wê digire. Keda wê nayê dîtin û mafê wê ji destê wê hatiye girtin. Wekî sermayeya madî tê dîtin. Ev rastiyek ku nayê qebûlkirin e. Ji ber vê yekê pirsgirêk pir kûr û dîrokî ye. Ji ber pirsgirêk dîrokî ye, çareseriya wê jî zahmet e. Pêdivî bi dahurandina bîrdozî, felsefî, zanistî û paradigmayî heye. Ji bo çareseriyê divê li gorî modela civaka demokratîk malbat ji nûve bê pênasekirin. Ev saziya malbatê ji bo jinan bi her awayî saziyek dewletê ya baviksalarî ye. Saziya dewletê ya herî kevn e. Dewlet ji bo hebûna xwe her dem pêdivî bi parastina malbatê dibîne. Lê di civaka xwezayî û dîrokê de ne pêwiste malbat baviksalarî be. Di dîroka me ya îro de jî mînakê wê hene. Di sînorê Komara Cînê de gelê Museo yek ji vê mînakê ye. Mirov dikare li ser gele Museo lêkolîn bike."
'Ger ku tevgera jinê hat heta îro dê bigêje encama xwe jî'
Zîlar, der barê guhertina DOKH'ê û pêşketinên li pey xwe anîne jî nirxand û anî ziman ku Kongreya Jina Azad li Kurdistan û Tirkiyeyê biryarên girîng stendine û wiha axivî: "Ez bi riya we vîna kongreyê bi hurmet silav dikim. Ez di têkoşîna wan de serkeftin dixwazim. Perspektîfa wan a rêxistinbûnê pir berfireh û kûr e. Tenê jinê kurd hembêz nake. Hemû jinên ku li ser axa Mezopotamyayê dijî hembêz dike. Wekî cewherê piştevanî û vîna xweser a hemû bawerî, nasname û rengan bi nav dike. Hemû jinên Mezopotamyayê yên wekî mozaîka gelan hembêz dike. Heviya hemû kesên ku li benda civaka demokratîk e. Dê hemû jinên ji bawerî, çand, nasmame û rengên cûda li hev kom bike û pirsgirêkan hevpar û hevbeş çareser bike. Ev pêşketin ji bo aştî, hevparî, wekhevî û yekîtiya cudahiyan pir girîng e. Dîsa ji bo zindîbûna felsefeya civaka xwezayî pir girîng e. Bê gumena ev tevger di bin hezar zor û zahmetiyan de gihişt asta îro. Ger ku heta îro hatibe dê teqez bigêje armanca xwe jî. "
'Bernameya KJA'yê fiheh, kûr û bi biryar e'
Zîlar, destnîşan kir ku yên ji hemû nirx, maf û azadiyê bêpar mane jin in û wiha berdewam kir: "Li ser vê esasê bername û perspektîfên ku KJA danîn pêş xwe pir berfireh, kûr û bi îdîa ye. Armanc dike ku civakê ji nûve li ser koka xwe û derdora jinê bi rêxistin bike. Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêka kok a civakê ye, divê berî her tiştî ev pirsgirêk rast û zanistî be çareserkirin. Divê pirsgirêka civakî ji koka pirsgirêkê de bê çareserkirin. Dema em li gorî vê fikrê dinerin em dibînin ku KJA di riya rast de ye. Tevgera ku civakê li ser esasê demokrasi, azadî û wekheviye saz bike ye. Ji bo bingehê vê civakê xurt û rast bê avêtin, divê berî her tiştî jin cîhana xwe rast ava bikin û tiştê ku heta niha winda kiriye ji nûve bibîne û bi wan re bibe yek. Divê jin xwe ji nûve pênas bikin. Divê jinê niha ji xwe pirsa 'Em çiqas em in? Em çiqasî aydî xwe ne?' bipirsîn."
'Ji bo KJA mezin bibe hemû jin berpirsiyar in'
Zîlar, bal kişand ser biryarên KJA'ê û wiha pêde çû: "Em wekî jinên bi rêxistin, bi salan in ji bo çareseriyê tekoşînê didin. Lê mixabin li gorî vê têkoşînê bersîv nehatiye dayîn. Wekî ku Rêberê me jî gotiye pirsgirêka me ya sereke "Xwebûn" e. Ji ber vê yekê KJA beyî ku li reng, çand, nasname û neteweya jinan binere, hemû jinan hembêz dike û dixwaze berî her tiştî jin bibin "Xwebûn" Ji bo vê yekê Kongrê biryar da ku hemû jinan hembêz bike û di bin baneyê xwe de pirsgirêka hemû jinan hevpar çareser bike. Ji jina gund a karker bigire heta jina akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, jina malê û hemû jinên li qadên cûda peyvirdar digire bin banê xwe û li gorî paradîgmaya wekhevî û azadiyê digire dest. Ev nêzîkatî dê jinê di qada civakî û siyasetê de bêtir ber bi demokratîkbûnê ve bibe û reya azadiyê li pêş wan veke. Jin dê karibin li gund, taxan komînan ava bikin. li semt û navçeyan xwe birêxistin bikin. Dê bi vê modela xwe ya hezar salan berê xwe ji nûve ava bikin û birêxistin bikin. Jin dê bi rêxistinbûna komun û meclisan di hemû kadên jiyanê yên kar, aborî, parastin, perwerde, civakî, siyasî û hwd de xwe bi rêxistin bikin. Dê dîsa li ruh, xweza û vîna xwe ya hezar salan berê vegere. Niha dê dîsa di pêşengiya jinê de jiyana komun û meclisan bê avakirin. Ev model ji niha de coş û kelecanê dide civakê, derdorê û jinan. Ev ji bo her jinê pergala jiyana civakî pir baş e û bingeha azadiyê ye. KJA li Kurdistan û Tirkiyeyê pêngava jiyanek nû ya azad û demokratîk e. Ji bo ev model û rêxistin kûr û fireh bibe dive hemû jin xwe berpirsiyar bibînin. Ev, peyam û heviya hemû jinên wekî Arin Ozgur, Kader, Gulan û Hebunan ên ku li Kobanê li dijî DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan e ye.
'Meşa li Nisêbînê pir be wate ye'
Zîlar, bal kişand ser meşa Jinên Cîhanê ya ku li ser sînorê Nisêbînê pek tê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez serkeftinê ji meşa jinan re dixwazim. Ev meşa ku îsal li ser sînorê Qamışlo-Nisêbinê pêk tê pir bi wate ye. Ji ber ku her du aliyên sînor jî mirovên heman gelî ne. Ev di heman demê de bersîvdayîna li hemberi DAIŞ'ê ye. Li rojava têkşîna YPJ'ê ya li hemberî DAIŞ'ê berdewam dike. Têkoşîna YPJ'ê bandorê li ser cîhanê çêdike. Ji ber vê yekê jinên cîhanê nikarin vê têkoşîna wan paşguh bike. Ji ber ku sekn û têkoşîna YPJ'ê nerin û qalibê berê tev şikandin. Bandor li ser hemû cîhanê çêkir. Ji ber vê yekê ev meşa li Nisêbînê pir bi wate ye. Jina YPJ'ê ji bo hemû jinên cîhanê di ber xwe da. Divê jinên li ser cewherê Mezopotamya belav bûbûn dîsa li kok û cewherê xwe vegerin û ji nû ve heqîqetê belav bikin. Têkoşîna YPJ'ê sedema ku êdî jinên cîhanê jî hamle bike û li ser esasê orjina Mezopotamyayê hamleya azadiya jina Cîhanê pêş bixe. Li ser vê bingehê ez bang li hemû jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikim ku beşdarî vê meşa dîrokî û wadetar bibin. Ez hemû jnan bi hezkirin hembêz dikim û ji têkoşina wan re serkeftinê dixwazim."
(mae)

