Jinên xebatkarê tekstîlan 8 Adarê afirand, lê îro?
10:03
Ceren Karlıdağ/JINHA
ÎZMÎR - Atolyeyên tekstîlan yên biçûk, mezin û gelek kesên di fabriqan de dixebitin piranî ji jinan pêk tê. Endamên Sendîkaya Tekstîla Şoreşger Fatma Alokmen û Derya Gulşe destnîşan kir ku di sektora tekstîlêde xebata bê ewlehî, bihayê kêm û gelek ked tê xwarin û jinên xebatkarên tekstîlê jî dê li hember van ked xarinan di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanêde de li qadan bin.
Li Tirkiye bi milyonan kedkar bê ewlehî û di şertên zahmete, de li cihê ti ewlekarî nayê girtin de rastî kedxwarinê tên. Heke mijar jin be jî tabloyek hê xiratir derdikeve holê. Li gor Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî li cîhanê nêzî ji sedî 70’ê jinên dixebitin bi ewle tê xebitandin. Li Tirkiye jî ev rêje di sedî 80’an de ye. Sektora herî kedxawarî zêdeye yek tekstîl e. Endama Sendîkaya Tekstîla Şoreşger Derya Gulşeya ev 21 salin xebatkara Tekstîlê ye wiha axivî: "Me ev şert ne afirindine lê yên bigeherînin em in."
Ketina me ya Fabrîkê diyare lê derketina me ne diyar e
Derya ya ku ev 21 niha li fabrîkaya dezîde dixebite neşstnîşan kir ku dema li mesaîyê nemînîn rojê 9 seatan dixebite.Di nava van 9 seatan tenê dikare di 20 deqiqeyande xwarinê bixwe û patrona dema tuvaletê jî weke 5 deqiqeyan diyar kiriye. Li qada tekstîlê heman pirsgirêk hene. Em di heman seatê de dest bi kar dikin lê belê derketina me ne diyar e.
Enfeksiyon, astîm, fitiqa hestû û napiştê
Derya da zanîn ku hîjyena fabrikayan tune ye; ji ber gelek kes daşira bikartîne û hertim nayên paqij kirin herkes enfeksiyonê digrin, jiber dengên ji makîneyan derdikevin mîgren, ji ber toza ji deziyan jî gelek xebatkarên tekstîlê bi nexweşiya astimê dikevin.Derya wiha bal kişand ser rewşa xebatkarên tekstîlan, " Bi me gelekan jî nexweşiya Fitiqa Hestû û navpiştê heye.Kesen bi fitiqa hestû nikare di tekstîla de bixebite lê belê nikere bi malulî jikarbikeve jî"
Jinên xebatkarê teksîlê 8 Adarê afirand
Derya diyar kir ku dema patron dikevin dema krîzê weke jin li malê nenere tenê mêr li malê dinere yekemîn jinan ji kar derdixin û axivî: "Ev roja di sala 1857'an de li Newyork'ê bi qetilkirina 120 jinên kedkarên tekstîlan dixebite derket.Pêwîst e em jinên kedkarên tekstîlê hê xwedî li vê rojê derkevin
Sektoreke hov û bavik salar e
Fatma jî ev 15 sale di konfeksiyonên tekstîlan de dixebite.Fatma Ufaka dest nişan kir ku qedeke hov e û gelek buyerên tacîzî jî çêdibin.
Fatma diyar ku bavik salarî vê hovbûnê zêdetir dike "Jin û mêr xebatek kollektîf dike lê belê mêr hê biqîmettir e.Dema mêr karê neke kes tiştekî nabêje lê belê dema jin neke jê re dibêjin 'derkeve biçe'.
Eril sistemin de bu yozlaşmayı büyüttüğünü dile getiren Fatma "Aslında kadın erkek kollektif bir üretim alanı olan tekstil sektöründe erkek daha üstün gözüküyor. Erkeğe gidip neden işini tamamlamadın demiyorlar ama kadına yapmıyorsan çık git diyebiliyorlar" diyor.Biha jî asta asgarî derbas nake.Herî zêde jin di vê sektorê dixwebite.Heke ji xebata zû destê de jê bibe jî dibêjin 'ji pir axaftinê ye'." Fatmada zanîn ku qezayên kar de jî tu ewlehî nayên girtin
Bi rihê berxwedanê li qadanbin
Fatma da z anîn ku Medyaya alîgir vê rojê weke tenê rojeke çîçek girtinê lanse dike û wiha axafî: "Carekê me laçik reş çêkir, bela kirin û dîroka 8'ê Adarê ji hevaln re vegotin ecep man ji ber di fabrikayande zayendiya polîtîk pi qels e.Lê di 8'ê Adarek din di hevlên me laçika reş çêkirin ji me re .Ji ber wê pêws e mirov zanibe ev roj berhema berxwedanê ye .Emê jî bi vî rihî di 8 'ê Adarê li qadan bin.
(ks/zt)

