Li Êlîhê mîtînga Roja Jinan betal bû
10:10
JINHA
ÊLIH - Li Êlîhê mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya dê îro bihata lidarxistin, ji bo du cenazeyên şervanên YPJ'ê yên ji bo definkirinê hatin bajêr betal bû.
Mîtînga girseyi ya dê îro seat di 10’an de bihata li darxistin bi munasebata cenzaeyên du şervanên YPJ 'ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan betalbû. Cenazê Elîf Îlbaş(SilavFaraşîn) û Koçer Akay (Hêlîn Jiyan) ên li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîna mîrovahiyê didan û jiyana xwe ji dest dan dê seat di 12,30’an de li Bardakçilar bên pêşwazîkirin û li Goristana Asrî ( Mez- der) bi girseyî bên defin kirin.
(ks/zt)
