Li Erzerom û Bedlîsê pîrozbahiyên 8'ê Adarê
10:55
JINHA
ERZIROM /BEDLÎS - Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Gogsî û Bedlîsê qûrnefîl hat belav kirin, ji girtiyên jin re qert hat şandin,xebatkarên tekstîlê hat ziyaret kirin.
Li Gogsiya Erzeromê jinên endamên meclîsa şaredariyê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dejinên ku li Nexweşxane ,Dadgeh û li dibistana dixebitin ziyeret kirin û qurnefîl belav kirin.
Li Bêdlîsê jî di çarçoveya pîrozbahiyên 8 'ê Adarê yên di pêşengiya yekîneyên KJA de tê lidarxistin de bi tevlîbûna hevşaredar û hevserokên HDP û DBP'ê gelek welatiyên li hevkombûn ji girtiyên jinên di girtîgehên Kurdîstan û Tirkiye de ne qert şandin.
Jin ji bo rêkirina qertan li PTT a kolana Nurullah Eren li hev kombûn. Hevşaredara Bêdlisê Nevîn Daşdemîr Dagkirin roja jinên girtî pîroz kir û destnîşan kir ku pankartên 8'ê Adarê bê hincet hatine rakirin û wiha axivî, "Em jinê bêdlîsê rakirin pankartan şermezar dikin.Emê çalakiyên xweyên Demokratîk û xwesteka talebên demokratîk berdewam bikin."Piştre jinên li hev kombûn li avahiya PTTê ji jinên girtî re qert şandin.Jinên qert rêkirin bi drûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî 8'ê adarê" û bi tilîliyan ji PTTê derketin.
Jinên xebatkarên tekstîlê hat ziyaret kirin
Li gel wê yekîneyên KJA jinên kedkarên li fabrikaya tekstîlê, navenda bangê û jinên kul i saziyên fermî dixebitin ziyaret kirin û qûrnefîl belav kirin.
Nevîn bi xebatkaran axivî û pirsgirêkên jinan ên dijîn guhdar kir û destnîşan kir ku her tim li kedkaran e .pişt sohbetan qurnefil li jinênkedkar belav kir.
(ks/zt)

