Çeme Firatê dê azad biherike!

11:06

 


JINHA


KOBANÊ – Li Kobanê di encama operasyonan de sînorê berê yê eniya rojava hate derbaskirin û rojhilatê çemê Firatê bi tevahî derbasî destê hêzên YPG û YPJ’ê bû. Şervanê YPG’ê Rustem Halep ê tevli operasyonan bû diyar kir ku ew gihîştine hedefên xwe yên li rojava, şervanekî din ê YPG’ê Rêdûr Bargiran jî nirxandina “Li bajaroka Şêxler a ku mu azad kir de ji bilî parastinê em ê ji bo ku biratiya gelen xurt bikin têbikoşin” kir. 

Operasyonên hêzên YPG û YPJ’ê yên ji bo azadikirina gundên Kobanê didome. Berê jî li başûrê kantonê hêzên YPG û YPJ’ê sînorên beriya êrîşên 15’ê Îlona 2014’an derbas kiribûn, li rojava jî mewziyên xwe yên berê derbas kirin û rojavayê çemê Firatê bi tevahî azad kirin. Piştî ku di çarçoveya operasyonan de gundên Zaret û Zormîxar ên qiraxa çemê Firatê yên 45 kîlometre dûrî Kobanê bûn ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hatin azadkirin bajaroka Şêxler a ku çeteyên DAIŞ’ê lê asê mabûn jî hate azadkirin. Bajaroka Şêxler a ku ji Şoreşa Rojava heta niha kete destê Artêşa Araz a Sûriyeyê (OSO), El Nursa û ev salake jî jî di destê DAIŞ’ê de bû û nêzî 12 hezar nifûsê ku piraniya wan ereb in dijîn bi saya hêzên YPG û YPJ’ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin. Bi azadkirina bajarokê ve di navbera bajarê Cerablus a baregeha çeteyên DAIŞ’ê ye û hêzên YPG û YPJ’ê de tenê çemê Firatê wekî sînor ma. 

‘Çeteyên ku reviyan pire teqandin’

Ji şervanên YPG’ê Rustem Halep ê tevli duh saetên sibehê tevli operasyona azadkirina bajaroka Şêxlerê ya bi pêşengiya YPG û YPJ’ê pêk hat bû diyar kir ku wan axa heta çemê Firatê azad kirine û gihîştine armanca xwe. Rustem anî ziman ku wan ji aliyê çem a ber bi Kobanê li hemberî bajaroka Şêxlerê duh saetên sibehê operasyon dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Di operasyona kum e serê sibehê da destpêkirin de çeteyên DAIŞ’ê li hemberî hêzên me nekarî bisekine û ji çemê Firatê derbas bûn reviyan Cerablusê. Ji bo ku em nikaribin ji çem derbas bin jî pira di navbera Cerablus û Kobanê ya li ser çem teqandin.”

‘Em ê li Şêxler biratiya gelan xurtir bikin’

Şervanê YPG’ê Rêdûr Bargiran ê kut evli operasyonê bû jî wiha axivî: “Bajaroka Şêxler a kum e azad kir li ciheke ku bi salan in di destê rêxistinên ku xizmetî gelan nedikirin û li dijî gelan bi her awayî zilm rewa didîtin de bû. Ji ber ku ev bajorak me ji destê çeteyên DAIŞ’ê yên ku dijminê mirovahiyê ye derxist bû moraleke mezin.” Bargiran bi bîr xist ku welatiyên kul i bajarokê dijîn piraniya wan ereb in û wiha got: “Em bawer dikin ku di navbera gelan de tu cudatî nîne û divê gel bi hevre di nava biratiyê de bijîn. Em ê li bajaroka Şêxler a ku azad kir de jibilî parastina cewherî ji bo biratiya gelan xurt bibe têkiboşin.”

(sa/zt)