Asayîşa PDK’ê şanda jinan ya dê biçin Rojava asteng kir
11:30
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Şanda jinên kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku dixwestin ligel jinên Rojava, 8’ê Adarê pîroz bikin li sînorê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin rawestandin.
Şanda Meclisa Îştar a Kampa Şehîd Rûstem Cûdî ku ji 13 jinan pêk tê, li ser sînorê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat rawestandin. Şanda Meclisa Îştar roja 6’ê Adarê ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê ketin ser rê, tevî ku destûr jî wergirtine; bi awayek keyfî û bêyî ti sedmek were nîşandan, li ser sînor tên rawestandin.
‘Ev nêzîkatiyekî keyfî ye’
Endama şanda Koordinasyona Meclisa Îştar û Hevşaredara Kampa Şehîd Rûstem Cûdî Bermal Colemêrg di derbarê çuna xwe de agahî da û got: “Ji duh ve em li ber sermayê ne. Ev nêzîkatiyekî keyfî ye. Em bi telefonê li kesên peywendîdar digerin, bersiva telefonên me nadin. Ger di demekî kurt de bi awayekî fermî bersiv nedin û destûrê nedin ku em derbasî Rojava bibin, emê helwestekî cûdatir nîşan bidin.”
Di derbarê rawestandina şanda jinan de agahdarî ji berpirsê dergehê Sêmalka li aliyê Başûrê Kurdistanê Şewket Berbiharî werbigire, lê ti bersivek nehatiye dayîn.
(zt)
