Jinên HDP 'ê ji bo hilbijartinê dest bi xebatan kirin
11:35
JINHA
ENQERE - Koordînasyona Hilbijartina Jinan a Navenda HDP'ê ragihandin ku di hilbijartinên 7 'ê Hezîranê de ji ber nîvê namzetên ber endamên HDP'ê jinin heta hilbijartinê, xebatê hilbjatinê jinan girtiye ser milên xwe.
Koordînasyona Hilbijartina Jinan a Navenda HDP'ê ji bo Hilbijartinên gişti yên 7’ê Hezîranê giştînamek weşand. Di giştînameyê de hat destnîşan kirin ku HDP bi serkeftin û hêza Şoreşa Rojeva ya jinan û bi hêza xweparastina cewherî ya jinên li Kobanê jiyane xwe ji dest dane Arînan, Sîbelan, Kaderan afirandiye dê bikevin hilbijartinan. Hat destnîşan kir ku ji ber ji 550 endamên HDP'ê nîvê wan jin e heke hilbijartin biserbike têkoşîna azadiya jinan jî biserdikeve,li gel ewê hesreta azadiya jinên herem û cîhanê bi çare,li hember desthilatdaran jî pêşiya demokrasî û aşitîye veke.
Di giştînameyê de bang li hemû jinan hat kirin ku hemû jin di hilbijartina de berpirsyar tevbigerin.Koordînayona ku ji DTK, DBP, HDK, HDP û KJA pêk tê ji bo endamên HDP 'ê hin şertên li ber çavan bê bigre jî weşandin.
Prensîbên Koordînasyonê yên ji bo endaman wiha ne:
*Li gor hişmendiya me ya temsîliyeta wekhev,nîvê 550 endaman jin be,
*li cîhên ku teqez bên hilbijartin de, nîvê parlementaran jin be,
*Di bernamzetên mêr de ,yên pirjinbernamzetiya wan bên redkirin,
*Di bernamzetên mêr de di îddayên weke lihember jnê tundî,tacîz û tecavuz de beyanên jinan esas bêngirtin û bernamzetiya wan bên redkirin,
*Ev biryar ne tenê ji aliyê komîsyona jinan ji aliyê hemû komîsyonên hilbijartinên tevlîhev jî esas bên girtin,
Di giştînameya hat ragihandin ku ji jinên li ser endamên giştî jî xebatan bimeşîne ûji bo di axaftinên xwe de tekoşîna azadiya jinê asas bigre çi ji destê wan tê ewê bikin.Hat ragihandin ku hilbijartina 7'ê hezîranê ji ber ji bo hemû jinan cihekî pir girîng digre pêwîst e her kes li sindoqan xwedî derkevin.
(ks/zt)

