Jinên Rojhilat 8’ê Adarê pîroz kirin
11:46
JINHA
QELADIZÊ - Jinên penaber ên rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyekê pîroz kirin.
Jinên penaber ên rojhilatê Kurdistanê yên li bajarokê Qeladizê yê girêdayî Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şahiyek lidarxistin. Şahî ji aliyê komîteya Şehîd Eserî ya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve hat organîzekirin. Jin bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Jinan ligel xwezaya Kurdistanê, govend giredandin.
‘Başûrê jî beşek ji Kurdistana rengîne’
Di şahiyê de peyama KJAR’ê ji aliyê Mizgîn Rojhilat ve hat xwendin. Mizgîn got: “Penaberî û dûriya ji rojhilatê Kurdistanê me bê hêvî nake. Başûrê jî beşek ji Kurdistana rengîne. Em bi bawerin ku êdî Komara Îslamî nikare zext û bûyerên dij mirovahî li ser jinan bimeşîne. Bi ti awayî ev siyaseta Îranê sernakeve.”
Şahiya jinên rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” dawî bû.
(zt)

