Li Roma û Brukselê çalakiyên 8’ê Adarê

11:57

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îtalya Roma di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Mala Jinan a Navneteweyî ya Roma panelek hat lidarxistin. Li Brukselê jî jin meşiyan.


ROMA


Di panelê de Nûnera Yekîtiya Jinan a Îtalya Vittoria Tola, Seroka Mala Jinan a Navneteweyî Francesca Koch, ji Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinan a Kurd Nûrsel Kiliç axivîn. Nûnera Yekîtiya Jinan a Îtalya Vittoria Tola, behsa berxwedan û têkoşîna bi bîsîklet a jinan kir. Vittoria diyar kir ku di nav Partîzan de ji bo jin xizmetê li şoreşê bikin bi bîsîkletan kuryetî û alîkariya lojîstîk dikirin. Vittoria got ku ev ked ji bo pêkanîna şoreşê xwedî girîngiyeke stratejîk e.


‘Tekoşîna jinan ji bo hemû cîhanê bûye hêvî’


Seroka Mala Jinan a Navneteweyî Francesca Koch jî got ku divê mîraseke wiha rast bê nirxandin û xizmetê ji têkoşîna gerdûnî re bike. Ji Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinan a Kurd Nûrsel Kiliç jî gotara bi navê, “Di nav têkoşînê de şoreş” pêşkêş kir. Nûrsel behsa pêşveçûna Tevgera Jinên Kurd kir û diyar kir ku tevgera jinan a Kurd ne tenê têkoşîneke heq meşandiye di heman demê de projeyeke peymana civakî hildigire. Nûrsel got ku ew proje îro li Rojava pêk hatiye. 


BRUKSEL


Li paytexta Belçîka Brukselê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin. Di meşa ku nêzî 50 saziyan organîze kirin ji gelên cuda jî gelek jin beşdar bûn. Li bajarê Genk jî civînek hat lidarxistin. Di Meşa Jinan a Cîhanê de ku îsal diyarî jinên Kurd hat kirin, di meşa wek baskê Belçîkayê de, ligel jinên Kurd, Belçîkayî, Ereb û Amerîkaya Latîn ji komên cuda jî jin beşdar bûn. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin.


Di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li bajarê Genk ê Belçîkayê civînek hat lidarxistin. Di civînê de dîroka têkoşîna jinan hat vegotin, axaftvanan bal kişandin ser têkoşîna jinan a li Şengal û Kobanê. Îro jî li ber  Gare Central wê  bi wesîleya 8’ê Adarê bi dirûşma,  "Bijî YPJ ya li Şengal û Kobanê li ber xwe dide” mîtîngek bê lidarxistin.


 (zt)