Ji her du aliyan ve jin ber bi sînor ve dimeşin

12:31

 


JINHA


MÊRDÎN – Bi hezaran jinên bi boneya 4’emîn Meşa Jinên Cîhanê hatin Nisêbînê, di roja duyemîn ya meşê de ber bi sînor ve meşiyan. Di heman demê de ji aliyê Qomişlo ve jî jin ketin meşê. Dê jin li ber dengê erbaneyan li her du aliyên sînorê sunî çalakiyên hevbeş lidar bixin.

Meşa Jinan a Cîhanê ya ku îsal ji Şoreşa Rojava hate diyarîkirin duh li Nisêbûnê bi tevlîbûna jinên ji 17 welatan û 4 perçeyên Kurdistanê hatin dest pê kir. Di çarçoveya meşa dê di meha comtehê li Portekîzê bi dawî bibe bernameyên hatin destpêkirin berdewam dikin û bername bi jinên li Kantona Cizîrê hatin li sînor berdewam dike. Jin serê sibê li ber Navenda Çandê ya Mîttanî hatin cem hev û bi meşê ber bi qadê ve çûn.

Li aliyên sînor rengînî


Li sînorê li hemberî hev mitîng pêk tên. Di meşê de pankartên "Heya hemû jinên cihanê azad dibim em dê bimeşin" û "Bi jinên li Kobanê ber xwe dan em jiyana azad înşa dikin" hatin daliqandin. Jinên tevlî bernameyê bûn bi kincên gelerî qada veguherendin deryaya rengan. Di meşê de staran û dirûşme hatin qêrîn. DI meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Denîz Firat, Kader Ortakaya, Xwîşên Mîrabel, Clara Zetkîn, alên YPJ, KJA, KCK û DKY'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Li har du aliyên sînor mitîng


Jinên gihiştin sînor berê xwe dan Kantona Cizîrê û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî YPJ" berz kirin. Di heman seatê de li aliyê din ê sînor jî jinên Rojavayî bi meşê hatin sînor û bi dirûşmeyan bersiva da.

Qada mitîngê bi alên YPJ'ê hatin xemilandin û li sînor bi dehan tang, TOMA û wesayîtên zirxî û sedan leşker li ser sînor hatin bicihkirin.

(zt)