Li Meksîka ji jinên heremî meşa 8'ê Adarê
12:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji gelê Mazahua yên Meksîka bi munasebeta 8'ê Adarê Roja jinên Kedkarên cîhanê bi sernîvîsa 'wekheviya jin û aşitiyê'dê meş lidar bixin.
Li paytexta Mazahuayê li bajarê San Felipe de Progreso ya li Bakûrê Meksîka Rêxistina Jinan Mazahuas bi munasebeta 8 'ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê de banga meşa aşitê kir.Meşê di sibê seat 9 .00 an de destpêbike û ewê heta peykerê jinê yê Mazahua berdewam bike.Dê jinên piştre balonan bifirînîn.
Tema ya meşa ku jinê bi cilên heremî tevlî bibe jî 'Wekheviya jin û aşitiyê ' ye. Mazahua gelekî dayiksalar e bi cilên xwe yên heremî balê dikşînin ser xwe.Di kemer a cilên heremî de motîfên dayika axêû xwezaya pîroz hene.Di demên dawî de jinên di mazahua dibin gefên şîrketên dixwazin ax û ava wan taybet bikin dene. Jinên ava xwe diparêzin li hember van şîrketan di sala 2006 an de artêşa Zapatista ava kirin.
Jinan bi çekên ahşap yên bûne sembola jinên Mazahua heta paytextê meşek girseyî li darxistin.Di heremên Mazahua ji ber pirsgirêkên Perwerdehî û ekonomîk zêde ne gelek kes ji welatê xwe koçberbûne. Li gel tê gotin ku 120 hezar kes zimanê Mazahua dipeyivin jî hejmara Mazahuayan ne diyar e.
(ks/zt)

