KESK û oldarên Botanê alîkarî ji Kobanê re şandin

13:19

 


JINHA


RIHA - Heyeta bi pêşengiya Meclîsa Jinên KESK'ê ya Cizîrê û Komeleya Alîmê Botanê ji bo avakirina Kobanê kermes vekiribûn û alîkariya ji kermesê berhev kirin anîn Pirsûsê. 

Heyeta bi pêşengiya Meclîsa Jinên KESK'ê ya Cizîrê û Komeleya Alîmê Botanê di çerçoveya piştgiriyê bidin avakarina Kobanê li Cizîrê kermes vekiribûn û alîkariya ji kermesê berhev kirin anîn Pirsûsê. Heyetê alîkariya anîn radestî peywirdarên endamê Komeleya Alîkariyê ya Rojava kirin. 

Li ser navê Meclîsa Jinan Mizgîn Kanat axivî û anî ziman ku ew ê ji bo Kobanê di nava liv û tevgerê debin û wiha got: "Me wek jinên meclîsê û endamên KESK'ê ji bo em piştgîriyê bidin avakirina Kobanê me kermes vekiribû. Kermesa me di navbera 28'ê sibatê û 1'ê adarê vekirî ma. Eleqeyek mezin lê hebû. Her kes ji bo Kobanê dixwestin tiştek bikirana. Em jî bi vê eleqe û alîkariya pir kêfxweş in. Ji bo gelê Kobanê çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Alîkariya me dê bênavber bidome." 

Sekreterê Komeleya Alîmê Botanê Edîp Boz jî diyar kir ku ji bo koçberên Kobanê kermes vekirine û ji bo wan çi ji destên wan bê ew ê bikin. 

(kom/zt)