Li Wan û Agirî ji bo azadiyê bi hezaran jin li qadanin
13:31
JINHA
WAN/AGIRÎ – Mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Wanê dibin pêşengiya KJA yê de bi hemû coş û kelecana xwe berdewam dike. Li Agiriyê jî ji saetên serê sibê heya niha jin bi cilên xwe yên rengîn ber bi qada mitîngê ve diherikin.
WAN
Li Wanê bi hezaran jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Newrozê hatin cem hev û mitîng li dar xistin. Parlementera HDP'ê Aysel Tugluk, hevserokên DBP, HDP'ê û bi hezaran jin bi kincên gelerî tevlî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi rengên kesk, sor,zer, mor û sipî û alên YPJ' ê hatin xemîlandin. Di qada mitîngê de pankratên "Em bi jinên li Kobanê ber xwe dan xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" û "Di şoreşa jin bi hêz be tu caran têknaçe" hatin daliqandin. Di mitîngê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Ozgecan Aslan a ku li Mêrsînê hate qetilkirin û alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin.
Jinên bi meşê ber bi qada mitîngê ve herikîn di ketina qadê de ji lêgerînê derbasbûn. Jinan li qada mitîngê bi muzîkê govend girtin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP'ê yên Wanê û endamên KJA'yê yên Artemêtanê bi kincên gelerî li duryana midûriyeta polîsan a berê hatin cem hev û govend girtin. Jinan bi pankart û alên KJA'yê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Zilam lê dide dewlet diparêze", "Ozgecan Aslan nemir e" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Bi hezaran jin bi dirûşmeyan û tîlîliyan ketin qada mitîngê û bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Bi hezaran jinên li qadên hatin cem hev azadiya jinê diqêrin.
'Em berxwedana xwe bilind bikin'
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re li ser navê Komîteya Amadekar Nazîme Acar axaftina vekirinê kir. Nazîme diyar kir ku ew dê bi jinên li Kobanê ber xwe dan jiyanê rê xistin bikin û wiha got: "Em dê pêşeroja azad bi vê rêxistinbûnê înşa bikin. Jinên li Kobanê ber xwe dan hemû rûmeta mirovahiyê parastin û pêşengiya şoreşa jinê kirin. Komkujiyên jinan hêj berdewam dikin. Ji bo pêşiya komkujî, tacîz û tecawizê bigire em bang li hemû jinan dikin xwe rêxistin bikin. Em dê bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêxistinbûna xwe mezin bikin û berxwedana xwe bilind bikin."
AGIRÎ
Li Agiriyê jiyê bi heman armancê jinên li Kolana Qaqizmanê hatin cem hev ber bi Qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin û pankrata "Soz we soza me riya we riya me ye" hate vekirin û dirûşmeyên "Zext ne bêzarnakin", "Destên dirêjî jinê dibin bişkên", "Bijî berxwedana YPJ" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Qada mitîngê bi alên YPJ, KJA û rengî morî sor, zer û şîn hate xemîlandin. Di qada mitîngê de wêneyên Zîlan û Sema Yuce hatin daliqandin. Hevşaredara Agirî Mukaddes Kubîlay, hevşaredarên navçeyan, hevserokên DBP û HDP'ê, KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, KCD, Egîtîm Sen û bi hezaran jin tevlî mitîngê bû. Mitîng bi axaftinan û gerandina govendê berdewam dike.
(zt)

