Li hembêza çiyayê Cudî hêzên YPJ’ê hatin slav kirin

14:37

 


JINHA


ŞIRNEX - Li bajarokê Tilqebîn pîrozbahiya 8’ê Adarê hat li darxistin. Di pîrozbahiyê de jinan hêzên YPJ’ê slav kirin û roja 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.


Pirozbahiyên 8’ê Adarê bi pêşengtiya KJA yê berdewam dikin. Piştî  du mîtingên girseyi yên li Silopî û Cizîrê li gelek bajarok û gundan jî pirozbahî  pêk tên. Yek ji van deveran bajarokê girêdayî Silopî Tilqebîn e. Bi sedan jin li ber avahiya DBP’ê hatin cem hev û bi cil û bergên xwe yên rengîn govend gerandin.  Pîrozbahiya ku bi şîara “Bi jinên li Kobanê berxwedidin xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” pêk tê de posterê Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û Pêşenga YPJ’ê  Arîn Mirxan ya li Kobanê çalakiya fedayî pêkanîbû hatin daleqandin. Li qadê herwiha pankartê “Qirkirina jinê qirkirina  civakê ye” û  “Ji kuştinên jinan re êdî bese”  hat daliqandin û jinan bê navber diruşmên “Bijî berxwedana YPJ” û “Jin jiyan azadî “ berz kirin. Hevseroka Şaradariya Tilqebîn Rabîa Takas, Hevseroka DBP’ê ya bajarokê Tilqebîn Kezban Altan, Hevseroka HDP’ê ya BajorokaTilqebin Çîçek Algur û gelek jinên herêmê tevlî  pîrozbahiyê bûn. Piştî dekeyek rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û azadiyê bername despê kir.


‘Êdî karê jina kurd berxwedan e’


 Axaftina despêkê Hevseroka Şaradariya Tilqebîn Rabîa Takas kir. Rabîa diyar kir ku tu kesî wek jina kurd ked nedaye loma ew vê rojê li jina kurd pîroz dike. Rabîa desnîşan kir ku ev rê rêya  Sakina, Rojbîn û Arînan e wiha got: “Em bi vê rêyê serbilindin êdî ne karê jina kurd e, divê êdî berxwedan karê jina kurd be.” Rabîa da zanin ku heta rêberê wan azad nebe ew azad nabin û wiha pêde çu: “Heya Serokê me azad nebe em  nasakinin. Emê her tim bibêjin ‘jin jiyan azadî’” Rabîa bal kişand ser hilbişartinên giştî û wiha got: “Ewê gelê kurd baraja wan bi serê wan de hilweşîne û têkeve meclisê.”


Du re mafê axaftinê Hevseroka DPP’ê Kezban Altan girt. Kezban 8’ê Adarê li hemu jinên qadê pîrozkir û wiha got: “Ez hêvîdarim ku roja 8’ê Adarê bibe wesîla azadiya gelan û azadiya rêberê gelê kurd.” Axaftina dawiyê  Hevseroka HDPê Çîçek Algur kir. Çiçek jî roja 8’ê Adarê li jinên YPJ’ê pirozkir.


Piştî ku axaftinan komên muzîkê yên herê mi stran gotin û jinan jî govend gerand.


(ma-fs/zt)