Şahiya sînor a Bakûr û Rojava destpê kir

15:03

 


JINHA


QAMIŞLO – Ji Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi hezaran jinên ji hemû pêkhateyan, bi armanca şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku diyarî jinên Rojava hatiye kirin, bi cilên xwe yên netewî li herdu aliyên sînorên Nisêbîn û Qamişlo kom bûn.


Li aliyê Rojava jinên ku ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê hatin, li ser sînor kom bûn. Di nava jinên ku cilên herêmî li xwe kirine de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîre Gewriye, Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabet Gewriye, Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Yusuf, Cîgira Seroka Desteya Jinan Emel Gewriye û nûnerên hemû rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji pêkhateyên cuda jî amade bûn.


Di şahiya ku jinên kurd, ereb, asûrî û suryanî bi cilên xwe yên herêmî bal kişandin de, alên tevgerên jinan û pankartên wekî, “Civakeke ku jinên wê ne azad bin, ji rastî û heqîqetê dûr e”, “Bi jinên ku li Kobanê li berxwe didin em ê xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin”, “YPJ-Şengal tolhildana jinên Êzidî ye” hatin vekirin.


Li aliyê Bakûr jî bi hezaran jinên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyê, her wiha ji welatên cuda hatine jî li ser sînor kom bûn.


Li herdu aliyan şahiyan bi rêzgirtinê destpê kir. Niha jî bi axaftinan berdewam dike.


(zt)