Konê sersaxiyê yê Şervanê YPG'ê Firat bi girseyî hate ziyaretkirin

15:19

 


JINHA


ŞIRNEX - Konê sersaxiyê yê ji bo Şervanê YPG'ê Firat Artuç ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da yê li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê hatî vedan bi girseyî tê ziyaretkirin.

Ji bo Şervanê YPG'ê Firat Artuç (Harun Goyî) ê ku di 2'yê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê konê sersaxiyê hate vedan. Kon bi girseyî hate ziyaretkirin. Bi hezaran kesên di nav de hevşaredarên herêma Şirnexê, rêveberên DBP û HDP'ê yên Şirnax, navçe û bajarokan, nûnerên rêxistinên û bi hezaran kes ber bi kon ve meşiyan. Di meşê de alên PKK, KCK û YPG'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Artuç hatin hilgirtin. Malbat û xizmên Şervanê YPG'ê Firat girse li ber konê sersaxiyê pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirin sruda "Ey Reqîp" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Şirnexê Salîh Gulenç di sersaxiyê de axivî û wiha got: "Ji bo jiyanekî bi rûmet, aştî û biratiyê 40 salin li hemberî hêzên dagirker têkoşîn tê dayîn. Îro jî heman têkoşîn li Kobanê, Şengal, Mexmûr û Kerkukê berdewam dike."

Bavê Şervanê YPG'ê Firat Artuç Îshak Artuç û Dapîra wî Hazal Bayar jî diyar kirin ku Firat tenê şehîdê wan nîn e şehîdê hemû Kurdistanê ye. Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin.

(zt)