Li Wargeha Mexmûrê pîrozbahiya 8’ê Adarê
15:52
JINHA
MEXMÛR - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê jinan ve meş hat lidarxistin. Meşa ku bi dirûşma ‘Bi jina li Kobanê berxwe dide re xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ hatî lidarxistin jinan bi cil û bergên gelêrî qad xemiland û govend gerandin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de rêzeçalakiyên jinan weke li seranserî Kurdistanê û dervey welat a bi dirûşmeya ‘Bi jina li Kobanê berxwe dide re xwe birêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengiya Meclîsa Îştar de meşek hat lidarxistin. Meş li pêşiya avahiya Şaredariya Mexmûrê destpê kir. Meşa ku piştî dora wargehê dewra xwe temam kirin li sahaya fûtbolê a kevin meş bi dawî bû û piştre govend hat girtin. Jin li navendên semtan û xwendevan jî li dibistanan kombûn. Ji bo meşa biheytbet a 8’ê Adarê jin li navendên semtan û dibistanan bi drûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber avahiya şaredariya wargehê kombûn û di demjimêr 09:00’an de meşê destpêkir.
Di meşê de pankart, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Arîn Mîrkan, şehîdên pêşeng yên jin û alên KCK, PKK, KJK, YPJ û YJA-Starê hatin bilind kirin. Herwisa di meşê de dirûşmeyên weke ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Jina Kurd’ ‘Bimre pergala zilamsalarî’ hatin avêtin û dayikan jî bi tîlîliyan reng dan meşê.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê dirûşme hatin avêtin û jinan bi govendek bi heybet a nêzî saetekê berdewam kir de çalakiya xwe bidawî kirin.
Li wargeha Mexmûrê pîrozbahiya giştî ya 8’ê Adarê wê sibê di demjimêr 12:30 de li Navenda Çand û Hûnerê bê destpêkirin.
(zt)

