Cenazeyê şervana YPJ'ê Zehara anîn Rihayê
16:29
JINHA
RIHA - Cenazeyê şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Jiyan) a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşman birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Jiyan) ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de di 4'ê adarê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla malbat û rêveberên MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor a Serxetêhat wergirtin. Cenazeyê Zehra piştî kar û barê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi dirûşma "Şehîd namirin" derxistin û ji hêla sedan kesî bi dirûşm û tilîliyan ber bi Rihayê ve hat oxirkirin.
Dema cenazeyê zehra ber bi Rihayê ve bi rê ket li ser rêya taxa Alîgorê ya Pirsûsê ji hêla hezararan kesîn ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Tolhildan" , "Bijî berxwedana YPJ/YPG'ê" û "Bijî Serok Apo" ber bi Rihayê ve şandin. Cenazeyê Zehra ku anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Hat hînbûn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê Zehra radestî malbatê bê kirin û ji bo definkirina cenaze bibin Sêrtê.
(zt)

