Jinan gotin ‘Sînorê sunî ji zu de hatiye hilweşandin’
16:53
JINHA
MÊRDÎN – Li sînorê Nisêbîn û Qamîşloyê jin gihan hev bi qêrîna ‘Em sînorên we xêzkirî nas nakin’ dengê xwe bilind kirin, li ber dengê mûzîkê lîlandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî wiha got: "Li ser vê axê yekemîn car şoroşe jinê pêk hat. Xwestin bi sînoran vê axê perçe bikin. Di encama Şoreşa Jinê ji hemû jina re hate diyarîkirin. Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala serkeftina jinê. Êdî jin li bazaran de weke kole neyên firotin. Êdî li hemberî şîdet û komkujiyan teslîm nabe."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çarçoveya Meşa Jinan a Cîhanê de ber bi sînorê Qamîşlo ve meş hat lidarxistin. Jinên li ser du aliyên sînor bi meşê hatin cem hev li her du aliyan di heman demê de mitîng li dar xistin. Jinên cîhanê û rojavayî li ser sînor li hemberî hev zivirîn û li hemberî pergala desthilatdar a ziman azadî qêriyan. Piştî lihevhatinê mitîngan bi rêzgirtinê dest pê kirin û bi zimanên tirkî, kurdî, erebî, îngîlîzî û franasî silav hatin şandin. Di mîtinga ji 17 welatan jin tevlî bûn de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlmenetera HDP'ê Gulser Yildirim, Endama Heyeta Îmraliyê û Endama Koordînasyona KJA'yê Ceylan Bagriyanik, Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî û gelek kesên din tevlî bûn.
‘Me sînor ji holê rakir’
Li ser navê Komîteya Amedekar Zînnet Algan axaftina vekirinê kir û ji hemû jinên cîhanê re serkeftin xwest. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî diyar kir ku ew dê sînoran ji holê rabikin û wiha got: "Meşa Jinan a Cîhanê ya sala 4'emîn ji jinên Rojava re hat diyarkirin. Têkoşîna jinên kurd ji cîhanê re bû mînak. Em silavên xwe ji jinên Kantona Cizîrê re dişînin. Em silavan ji Birêz Ocalan re dişînin. Em soz didin 8'ê Adara pêşiya me Rêberê Apo dê di navbera me de be."
Fîgen: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala serkeftinê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî wiha got: "Li ser vê axê yekemîn car şoroşe jinê pêk hat. Xwestin bi sînoran vê axê perçe bikin. Di encama Şoreşa Jinê ji hemû jina re hate diyarîkirin." Fîgen diyar kir ku Şoreşa Rojava ji jinan re nîşan da ku alternatîfekî din jî heye û wiha axivî: "Ji jinan re şoreş heye nîşan da. Îro meşekî mezin li Kurdistanê dest pê dike. Ev nîşaneya şoreşa mezin e. Ev tenê şoreşa gelê Rojava nîn e ya hemû gelên cîhanê û jinan e. Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala serkeftina jinê. Êdî jin li bazaran de weke kole neyên firotin. Êdî li hemberî şîdet û komkujiyan teslîm nabe."
'Wateya sînoran nemaye'
Fîgen anî ziman ku şoreşa jinê ya Rojava berxwedana hemû jinên herêmê û cîhanê ye û wiha axivî: "Serkeftinekî mezin incax bi berxwedanekî mezin pêk bê. Li Rojava bi pêşengiya jinê berxwedan bilind bû. Em dê li Tirkiyeyê di bin pêşengiya jinê aştiyê bînin. Îsyana jinan li her derê ye. Jin dê hemû sînoran ji holê rabikin û bitepisînin. Li hemberî berxwedan jinan êdî sînor bê watebûne. Têlên Komara Tirkiyeyê li hemberî me raçandin bê wate ne. Em dê van têlan ji holê rabikin."
'Jin dê li Tirkiyeyê şoreşê pêk bînin’
Fîgen di berdewama axaftina xwe wiha got: “Ji bo ku di pirsgirêka kurd de muzakere bê kirin roleke mezin dikeve li ser milê jinan. Pêvajoya çareserî û muzakereyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ne destûra AKP’ê dê di xeta jinan de pêş bikeve. Sala 2015’an û jin dê serkeftinê ji gelên Tirkiyeyê re bînin.”
Fîgen got ku şoreşa jinan dê encama xwe di hilbijartinên 2015’an de nîşan bide û wiha got: “Jinên ku li Rojava şoreş pêk anîn dê di siyaseta Tirkiyeyê de jî şoreşê pêk bînin. Ez bang li jinan dikim ku di hilbijartinan de zêdetir rol bigirin.”
Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim jî ji şervanên YPG û YPJ’ê re silav şand û got ku jinên Rojava navên xwe bi tîpên zêrin li dîroka têkoşînê nijîsandin.
‘Hûn bi xêr hatin govenda azadiyê’
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî nirxandina “Jinên pîroz ên Mezopotamyayê hûn bi xêr hatin govenda azadiyê, hûn bi xêr hatin meşa ku we sînor rakirin. Em ê van têlan bavêjin yên kul i Kurdistanê sînor xêz kirine” kir.
Silavên Ocalan hate ragihandin
Endama Kordînasyona KJA’yê Ceylan Bagriyanik a ku di Heyeta îmraliyê de cih digire jî silavên Ocalan ji jinan re ragihand û peyama Ocalan a ku duh li Pirsûsê hate xwendin, xwend.
Di mitîngê de herî dawî Wezîra Jinê ya Kantona Cizîrê Amîna Omerî axivî û 8’ê Adara jinan pîroz kirin. Amîna got ku roja jinan roja mirovahiyê ye û jin bi berxwedanê hebûna xwe ava kirine. Amîna destnîşan kir ku jinên Rojavayî bi du merhaleyan têkoşîn dane û gihîştine serkeftine, ew di hemû qadên siyasî û civakî de jiyanê ji nû ve diafirînin.
Piştî axaftinan Koraya Jinan a Navenda Çanda Mîtanniyê û hunermend Rojda derketin ser dikê û starên xwe stran. Piştre jin ji bo pîrozbahiya Meşa Jinan a Cihanê ya Mêrdînê ber bi bajar ve derketin rê.
(sa/zt)

