Ji 13 saziyên jinan meşa Silav ji bo YPJ’ê

18:00

 


JINHA


KOLN - Li bajarê Elmanya Kolnê 13 saziyên jinan beşek li dar xistin û 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di meşê de peyama xurtkirina piştevaniya hemû jinên cîhanê ya bi hev re hate dayin û dirûşimên “Bijî YPJ” hatin gotin.


Saziyên jinan ên weke TJK-E, Meclîsa Jinan a Viyanê, Tevgera Jinên Ewropayê, Rote Aksyon, AGÎF, SKB, Cîhana wê bê Jiyîn, CENÎ, Robel ên Kurdan, çepên Tirkiyeyê û saziyên jinan ên Elman, bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek li dar xistin. Meşa jinan a bi dirûşima “Piştevaniya Têkoşîna Navneteweyî ya Jinan” ji Wiener Platzê dest pê kir. Di meşê de pankatên “Bijî 8’ê Adarê” yên bi gelek zimanan hatibûn nivîsandin, wêneyên Arîn Mîrxan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, û Ozgecan Arslan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşimên “Bijî Rojava” û “Bijî YPJ” bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin gotin û şoreşa jinên Rojava hate silavkririn.


Di axaftinên hatin kirin de behsa têkoşîna jinên cîhanê hate kirin. Di axafitinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku îro jin li cîhanê bi dest in û têne qetilkirin û wiha hate gotin: “Ji bo li hemberî vê yekê derbikevin, divê têkoşîna jinan bê xurtkirin. Hemû jinên cîhanê divê piştgiriyê bidin hev. Jinên YPJ’yî li Kobanê li hemberî paşverûtiya DAIŞ’ê têkoşiyan û ji bo jinên cîhanê bûn çavkaniya îlhamê. Em têkoşîna azadiya jinên Rojava silav dikin.”


Piştî axaftinan koma erbaneyê ya jinand derket ser dikê.


(zt)