Bi boneya 8’ê Adarê li Toronto yê şevbêriya dengbêjan

18:11

 


JINHA


TORONTO - Li bajarê Toronto yê Kanedayê 8’ê Adarê bi şevbêrkekê hate pîrozkirin. Komîsyona Jinan a Torontoyê ya jinên Kurd şevbêrkek li dar xistin û têkildarê girîngiya rojê axivîn.


8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Toronto yê Kanedayê hate pîrozkirin. Hevseroka Meclîsa Toronto Cîgdem Kazan di  şevbêrkê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê. Seroka Komîsyona Jinan Hatîce Ozdemîrê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wateya 8’ê Adarê nivîsandiye xwend.


Di şevbêrkê de koma dansê ya Dîlan derket ser dikê. Piştî defîleya jinan hunermend Zore û Narîn Şêxê derketin ser dikê. Şevbêrka jinan bi govendê bi dawî bû.


(zt)