Gerîlayên YJA Star ê 8’ê Adaêr pîroz kirin
18:26
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Hêrêmên Parastinê yên Medya bi tevlîbûna sedan gerîlayên YJA Star bi heybet hat pîrozkirin. Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta axivî û got, "8’ê Adarê ji bo me roja berxwedan, têkoşîn û azadiyê ye. Îsal Meşa Jinan a Cîhanê li Nisêbînê destpê dike. Em li ser navê PAJK û YJA Star, li ser navê tevî tevgera azadiyê ya jinan ji çiyayên azad tevayî jinên ji bo şoreşa Kobanê û Cizîrê silav bikin kom bûne. Em silav dikin. Kesên tevlî vê meşê dibin bila timî bi hêvî bin, ji ber hêza parastina rewa YJA Star li pişt wan e.”
Gerîlayên YJA Star 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Herêmên Parastinê yên Medya pîroz kirin. Gerîlayên YJA Star bi meşeke bi heybet derbasî qada merasîmê ya bi alên KJK, PAJK û YJA Star hatibû xemilandin bûn. di meşa leşkerî ya gerîlayên jin de dirûşmên, "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok Jiyan nabe" hatin gotin. Piştî meşa leşkerî merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Star Delal Amed, Çîçek Botan, Xelat Şemsê, endamên Konseya Komuta ya YJA Star Hemrîn Dêrsim, Rojda Mêrdin û Hezîl Efrîn amade bûn.
‘Jinên kurd ber bi azadiyê ve diçin’
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Star Delal Amed di destpêka axaftina xwe de jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Delal a 8’ê Adarê pîroz kir got, "Em vê rojê li afirînerê azadiya jinê, şehîdên me yên qehreman, dayikên şehîdan, rêhevalên xwe yên li eniyan li ber xwe didin, li tevayî jinên li Rojhilata Navîn û jinên Kurd pîroz dikin. Eger em îro vê rojê pîroz dikin bi saya şehîdên me ye. Agirê berxwedanê yê berî niha bi sed û şeş salan li rojavayê cîhanê pêket , îro li Kurdistanê bi têkoşîna mezin a jinan hê gurtir bû.”
Meşa Jinên Cîhanê hat silavkirin
Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta di civîna piştî civînê de axivî got, "8’ê Adarê ji bo me roja berxwedan, têkoşîn û azadiyê ye.” Sozdar bi taybet Meşa Jinan a Cîhanê ya li Nisêbînê starta wê hat dayîn silav kir û axaftina xwe wiha dewam kir. "Îsal meşa jinan a cîhanê li Nisêbînê destpê dike. Em li ser navê PAJK û YJA Star, li ser navê tevî tevgera azadiyê ya jinan ji çiyayên azad tevayî jinên ji bo şoreşa Kobanê û Cizîrê silav bikin kom bûne em silav dikin. Kesên tevlî vê meşê dibin bila timî bi hêvî bin, ji ber hêza parastina rewa YJA Star li pişt wan e.”
‘Dê tola hemû jinan bê hilanîn’
Sozdar axaftina xwe wiha domand, “Em îro hêza tolhildanê ne ya tevayî Êzidî, Suryanî, Kakaî, Keldanî yên baweriyên cuda û rastî êrîşan tên û tevayî jinên li vê erdnîgariyê dijîn dixwazin çand û baweriya xwe biparêzin. Bila jin coşa xwe winda nekin ji ber wê tola wan bê rakirin.”
Ji YPJ’ê peyama 8’ê Adarê
Di merasîmê de peyama pîrozbahiyê ya YPJ’ê ji gerîlayê YJA Star re şandibû hat xwendin. Piştî peyamê wêneyên şervanên di têkoşîna azadiyê ya jinan de jiyana xwe ji dest dane li gerîlayan hat belavkirin. Piştî merasîmê aktîvîteya çandî hat lidarxistin. 8’ê Adarê ya gerîlayên jin bi govend û dirûşman bi dawî bû.
(zt)

