Bernameya DKY a Mêrdinê bi meşê berdewam kir
18:39
JINHA
MÊRDÎN – Bi hezaran jinên ji bo Meşa Jinên Cihanê li Nisêbinê li hev kombûn, piştî bernameya Nisêbinê derbasi Mêrdinê bûn û ji Qada Cumhuriyetê heta Qada Deriyê Amedê meş li darxistin.
Di çarçoveya Sala Çalakiyan ya 4’emin Meşa Jinên Cihanê(DKY) de ji bo Şoreşa jınê ya Rojava starta wê li Nisêbinê hat dayin,pişt çalakıyên navçê derbasi Mêrdin bûn.Jinan heta qada Diyarbakirkapi bi drûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ", "Bijî berxwedana KJA", "Bijî yekitiya gelan", "Ji qirkirina jinê re na" û "Ji çanda tecawizê re na" meşiyan. Di meşe de alên KJA ,alên PKK’ê , wêneyên sê jinên li parisê hat qetilkirin, Kader Ortakaya li ser sinorê Pirsûsê hat qetilkirin û wêneyê Arîn Mîrxana di çalakıya fedai ya Kobanê de jiyana xwe ji dest dahat rakirin.
Wêneyên YPJ’iyan hat desteserkirin
Berî meşe polisan bi hinceta ‘Di pêvajoya çareseriyê de wêneyên çeka nabe’wêneyêYPJ’iyan ên dı pêşengehê de desteser kirin.Jinênku meş li darxistin bi erbaneyanli Qada Cumhuriyetê hat pêşwazi kirin.Pişt meşe jinan balonên kesk, sor û zer firandin.Pışt pirozbahiya bierbane bernameyê pêşandana dansê ya li Medreseya Kasimiye û bı konsera Yelda Abbasi bi dawi bibe.
(zt)

