Li Sîne şanoya bi navê ‘Hewara Kobanê’ tê li darxistin

08:52

 


JINHA


SÎNE - Şanoya bi navê ‘Hawara Kobanê’ bi derhênertiya Efşîn Xedrî li Sine hat pêşandan.


Li Zankoya Kurdistan ya Sîne dê Şanoya bi navê ‘Hawara Kobanê’ bê nîşandan. Di şanoyê de cinayetên namirovane yên çeteyên DAIŞ’ê, êşa koçberî, Kuştina jin, mêr û zarokên Kobanê û Şengalê bi zimanê kurdî têne vegotin. Ev lîstoka şano li zankoya Kurdistan a bajarê Sine ya rojhilatê Kurdistanê tê nîşandan û bi pêşnegiya koma şanoya Tîk Tak pêk tê. Şanoya bi navê ‘Hawara Kobanê’ di 7 tabloyên cêwaz de bi şêwazê şanogeriya belgefîlm di rojên pêşiya me de tê nîşandan. 


 (zt)