Roza Kobanê: Gihiştina ber Çemê Firatê ji bo me gelek giringe

09:59

 


Cahîde Harputlu /JINHA 


KOBANÊ - Fermandara YPJ’ê Roza Kobanê serkeftinên xwe yên eniya şer û gihiştina ber çemê Firatê wiha vegot: “Me di miliyê Rojava de hamleyek despê kiribû ji bo em aliyê Çemê Firatê rizgar bikin. Wan jî di alîyekî din de êriş kirin ku vê hamleya me vala derbixînin lê du roj berê wek me ji raya giştî re jî da dîyar kirin heta ava Feratê sinorê ji bakûr heta Cadê ya milê başûr de tevahî ket destê şervanên me. Ev pir giringe û wateya wê ji bo me  cuda ye. lewre heta niha em nêzî van sinoran bûn lê cara yekeme hêzên me digîhijin ber Çemê Feratê.”


 Li Kobanê di encama operasyonan de sînorê berê yê eniya rojava hat derbaskirin û rojhilatê çemê Firatê bi tevahî derbasî destê hêzên YPG û YPJ’ê bû. Piştî di çarçoveya operasyonan de gundên Zaret û Zormîxar ên qiraxa çemê Firatê yên 45 kîlometre dûrî Kobanê bûn ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hatin azadkirin bajaroka Şêxler a ku çeteyên DAIŞ’ê lê asê mabûn jî hat azadkirin. Bi azadkirina bajarokê ve di navbera bajarê Cerablus a baregeha çeteyên DAIŞ’ê ye û hêzên YPG û YPJ’ê de tenê çemê Firatê wekî sînor ma. Di derbarê berxwedana YPG û YPJ’ê ya li kenarên Çemê Firatê Fermandara YPJ’ê Roza Kobanê nirxandinên giring kir û wiha got: “Bi taybetî di van 6 mehên dawi ya hamleya duyemîn de şerek pir dijwar hat kirin, berxwedan û bedelên pir mezin hatin dayin heta em gihiştin vê astê. Pêşiyê ji bo me ya giring rizgarkirina bajêr bû ev ji bi serkeftî gihişt armanca xwe. Lê ev serkeftin bi tena serê xwe têrê nedikir lewre talukeya DAIŞ’ê ji bo tevahiya heremê heye, ne tenê ji bo Kantona Kobanê an jî gelê kurd e.”


‘Di her sê eniyên Kobanê de serkeftinên mezin’


 Roza anî ziman ku ji bo DAIŞ pergala xwe têxe meryetê li pêşiya xwe jin weke talikde didîtin û ji ber wê jî tayîbetî êrîşî jinan dikirin û wiha got: “Li vir armanca tasfiye kirina gelê Kurd heye. Bi taybetî jî dixwestin vê di kesayeta jinan de pêk bînin. Çimkî pêşengiya jinê wek mirina xwe didît. Ji ber vê  sîstema ku dixwest ava bike qetliama jinê pêwist dikir. Ji bo me jî  encamgirtina vê hamleyê girîng bû. Bi ruh û morala serkeftina navendê  me dest bi hamleya duyemîn ya rizgarkirina gundan kir. Di her sê eniyên Kobanê de di demeke kurt de gavên mezin hatin avêtin. Di nav hamla gundan de jî berxwedanek xurt hat dayîn. Belê dijmin di nava bajêr de hat binpêkirin, darbeyên giran xwarin; lê bi tevahî paş de neçû û hê jî hêzên xwe yên êrîşkar li vir kom dikir. Hamla gundan ji, taktikên ku hatin meşandin jî, bi şewazên taktikên gerilla ya pir alî di rizgarkirina gundan de hat pêşxistin û encamên giring jî hate girtin. Di her sê eniyande jî cihên pir stratejîk yê em karin bêjin pişta dijmin şikandin hebû hat bi dest xistin. Êdî bi panîkek ku nikaribûn hêza xwe cardin ji bo êrîşê kom bikin çêbû. Dijmin dixwest careki din wek berê êriş bike, lewre pevçûnên dijwar jî çêbû.”


‘Di ti textîkan de DAIŞ bi ser neket’


Roza diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi her awayî textîk bi kar anîn lê di diyan de jî bi ser neketin û wiha domand: “Her çiqas ew hêza wî ya berê nemabe jî  dîsa jî hêza ku destê wî de mabû  xist dewrê û êrîş pêk anî. Li êniyên Rojhilat de  hewldanên wan ên bi vî awayî çêbû, disa li eniyên başûr û Rojava de jî, lê wek min got encam nikarin bigrin,windahiyên pir giran dan, paşveçûyina xwe jî dixwazin wek taktîk bidin nîşandayin lê rastî ne ev e, pratîkên ku derketiye pêş jî ne bi vî rengîye. Ji bo ku vê serkeftina me texin bin siyê de disa  pêşveçûyinên me bidin astengkirin heta cîhekî wek xetek parastinê taybet dixwazin ku cîh bikin.  Xeta  ku em niha têdene  him li başûr him li rojhılat de dixwazin wek sinorek bidin dîyar kirin.di hewldanên bi vî rengîde ne.  rêya du welê, bajarên ku di bin kontrolê wan de ne ku çûyin hatina wan hêsan çêdibû, cihên esasî bûn ketin destê şervanên me dixwestin van asteng bikin û hin rêyên din ya stratejîk hene ji bo wan jî jî bo me jî gîringe dixwestin bi dest bixînin êrîş kirin lê ev êrîşên wan vala derket.”


‘Azadkirina peravên Çemê Firatê’


Roza wiha qala serkeftinên ber çemê Firatê dike: “Me di miliyê Rojava de hamleyek despê kiribû ji bo em aliyê Çemê Firatê rizgar bikin. Wan jî di alîyekî din de êriş kirin ku vê hamleya me vala derbixînin lê du roj berê wek me ji raya giştî re jî da dîyar kirin heta ava Feratê sinorê ji bakûr heta Cadê ya milê başûr de tevahî ket destê şervanên me. Ev pir giringe û wateya wê ji bo me  cuda ye. lewre heta niha em nêzî van sinoran bûn lê cara yekeme hêzên me digîhijin ber Çemê Feratê. Hin gotinên ku tê gotin wek em herêma xwe fireh dikin û dikevin cihên gelê Ereb lê ev ne rast e. Em li Rojhilata Navîn de bi hemû gelan re di asta wekheviyê de dixwazin bijîn lê divê mafên gelê Kurd jî were naskirin. Niha cihên ku di bin kontrola şervanên me de ne gelê Ereb jî jiyan dikin û ji rizgarkirina gundan jî kêfxweşiya xwe tinin ziman. Ji ber ku êrîşên dijmin her tim ji vî alî pir çêdibû  bidestxistina Şêxlera jî ji  alî leşkerî pir giring e. Di têkoşîna Kobanê de pêvajoyek taybet de cîh digre. Êdî êrîşên dijmin ji vî xetê  çêbibe jî dê bê encam bin.  Ev hamleyên me jî dê bidome. Heta ku em vê talukê ji heremê dûr bixînin, bertaraf bikin. Lewre DAİŞ dijminê mirovahiyê teva ye bi taybetî jî yê gelê Kurd û yê jina ye.  taluke jî ji bo Kobanê hê berdewam dike, pevçûn hê didome xilas nebûye divê li gor vê rastiyê em tevbigerin.”


Giringiya 8’ê Adarê û rewşa jinê ya îro


Roza destnîşan kir ku Azadî bi tekoşînê pêkane û wiha dom kir: “Azadî bi têkoşînê tê bidest xistin û YPJ’ê jî têkoşîna herî mezin da. Tu kes vê wek diyarî an jî xelatekî nadin me, bi taybetî ji pergala mêr ya desthilatdar. Ev têkoşîn di nav refên me de hatin dayin lewre têkoşînkirin jî encax bi hêzek rêxistinkirî were dayin. Belê pir hêz têkoşîna jinê didin ne em tenê ne lê pirani ev di asta kesan de an gruban de maye wek YPJ nebû arteşek. Hewqas aktîf û wek hêzek pêşeng tevnegeriyan. Di vî şerê Kobanê de bi taybetî cîh girtina jinê mîsyonekî cuda derxist pêş, têkoşîna jinê hê berbiçav bû.  Ev rastiyeke ku kesên dijberî me heta ku dijminê me jî vê qebûl dikir. Jina YPJ’ê bi şerê ku da meşandin. Bi sekn û pêşengtiya xwe vê ispat kirin. Lewre ji her alî de biçûkdîtina jinê derdiket pêş. Heta ku di şer de vîna jinê hat dîtin. Minak dijmin jî cihê ku jin têde be hê dijwartir êriş dikir, hişyar tevdigeriya, taktîkên cuda bi kar dianî. Elbet ev hêz bi erzanî bi dest nehat xistin.


Gelek bedelên giran hatin dayin. Hevalên ku di vê hamlê de ji destpêkê de cîh digirtin di asta fedaîti de irade dan dîyar kirin. Li hember hemû hêz û teknîkên dijmin yek deqe tereddût jîyan nekirin, gavek paş de neavêtin. Bi çekên destên xwe bombe li xwe girêdan û bi ser tankên dijmin de çûn. wek heval Rêwana, Zozan, Jiyan, Destîna, Gulan, Hebûn, Ozgûr û bi dehan kesên din ên ku destanên qehremaniyê dan nivîsandin. Bi tarza jiyana xwe, şerê xwe, rêveberî û fermandariya xwe sedan însan li der dora xwe kom kirin û bûn mînak. Asta têkoşînê jî bi her kesî dan dîyar kirin.ên ku ne di nava YPJ’ê de bin ligel wê li berxwedana wê xwedi derketin.  jinên Bakur.ên li ser sinor heta dawiyê man hêz û moralek pir mezin dan me. Dîsa serhildanên 6-8 Kewçerê de hate kirin di astekî bilind de bû.ev jî diyar kir ku dema mirov dilsozê azadiyê be dikare çiqas zor û zehmetiyê bi serkeftî derbas bike çimkî jin di rewşekî usa de bû hemû derî jê re hatibû girtin, lê jinan hemû zîncîrên astengiyê bi têkoşîna xwe şikandin, derî vekirin.”


‘Jinan hêza xwe ya parastina cewherî ava kiriye’


Roza balkişande ser rol û giringiya jina kurd ya li hember qirkirinên jinan  û wiha pêde çu: “Em ne li bendê ne ku hinek werin alikariya me bikin, hin tiştan bidin me êdî jina Kurd dikare ser lingên xwe bimînin, ew tecrûbe, zanebûn êdî heye.jin bi xwe li xwe xwedî derdikeve. Raste êrîşên hê li ser jinê tê kirin hene. Tecawûz kirin qetlkirin, revandin û hwd. Desthilatdariya mêr, li hember jinê  rêbazên herî qirêj bikar tîne ji ber ku azadiya jinê wek mirina xwe dibînin. Lê em dizanin ku jina hatiye vê astê wê azadiya xwe bi dest bixîne. Tu kes nikare li pêşiya vê bibe asteng. Jin hêza xwe ya parastinê jî ava kiriye, zanebûna xwe jî pêş xistiye, zanebûna xwe ya parastina cewherî jî derxistiye holê.em bawerin ku vê berxwedana jina Kurd dê ji rêxistinên jinên cîhanê re jî bibe mînak, bandorekî li ser wan çêbike, kiriye jî. Ne tenê alî leşkerî de jin êdî di her alî de, alî civakî, siyasî,aborî û hwd. Xwe pêş dixîne, bi rêve dibe. Pergala hevserokatî, temsîlyeta wehhevî  jî minakek e. Guhertinên hê mezin jî ez bawerim wê çêbibe.”


‘Ji her rojê zêdetir em nêzî azadiyê ne’


Roza anî ziman ku dê sed sala 21’an bibe sede sala jinan û wiha got: “Ji her rojê  zêdetir îro em nêzî azadiyê dibîn.jinên cîhanê jî li hember hemû ferasetêb yek rengî, cinsî û nîjadperestî divê dest bide hev û têkoşîna xwe bilind bike.lewre kîjan pergal dibe bila bibe, kîjan welat an jî dem dibe bila bibe nêzîkatiya li hember jinê heman e. Divê jin jî ji ber vê yekitiya xwe ava bike, çimkî êş û kula wê yek e. Çareseriya wê jî xwe naskirin û rêxistinkirine. Em dizanin ku derneketibe holê jî her jin xwedî hêzek mezine. Bila bi xwe bawer bin tenê.emê azadiya xwe bidest bixînin û sistema desthılatdariya mêr hılweşînin. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê. Ez ji hemû jinan re serkeftinê dixwazim. Roja wan ya jinan 8’ê Adarê pîroz dikim. “        


(ch/zt)