Malbata DAÎŞ'ê dîl girtibû bi tilîliyan YPG/YPJ pêşwazî kir

10:21

 


JINHA


KOBANÊ - Malbata Hebeş ku bi mehane li gundê Şêxleran ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, piştî ji aliyên şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin şervanên YPG-YPJ'ê bi tilîliyan pêşwazî kir. Endama malbatê Êmo Elo, bal kişand ser zorbûna jinê ya di bin dîlitiya DAIŞ'ê. Hemed Hebeş jî anî ziman ku kurê wê 4 mehan û ew jî 2 mehan di hepsê de hat girtin. 

Şervanên YPG-YPJ'ê şerê rizgarkirin û azadkirina gundên Kobanê berdewam dike. Şervanen YPG-YPJ'ê herî dawî gundê Şêxlerê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Hêzên YPG/YPJ'ê piştî gundê Şêxleran rizgar kir gihiştin tenişta Çemê Firatê. Şervanên kurd 2 roj berê gundê Şexler rizgar kir. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo bêtir emrê xwe dirêj bikin pira di navbera gund û Cerablusê hilweşandin. Lê li gel vê şekê şervanên kurd gundê Şêxlerê ku piranî ereb lê dijîn ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Hêzên YPG/YPJ'ê piştî gund rizgar kir, welatiyên gund gihiştin azadiya xwe û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Malbata Hebeş ku salek e di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de dîl hatine girtin serpêhatiyên xwe anîn ziman. Malbatna Hebeş ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê derdora xaniyê wan bi mayînan pêça bû nikarîbûn ji mala xwe derkevin û di malê de hatibûn hepiskirin. Hêzên YPG/YPJ'ê dema operasyona li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêk anî, malbata Hebeb di malê de dîtin û ew ji destê çeteyan rizgar kirin. Malbata Hebeş, piştî ku hatin rizgarkirin bi hêsirê çavan û tilîliyan şervanên YPJ'ê pêşwazî kirin. 

Wekî di zindanê de bin

Malbata Hebeş piştî ji destê çeteyan hatin rizgarkirin şervanên YPG/YPJ'ê hembêz kir. Emdamên malbata Hebeş, diyar kirin ku piştî şervanên YPG/YPJ'ê peşwazî kir, çeteyên DAIŞ'ê û hin malbatên piştgirî didan çeteyan revî revî ji gund reviyan û çûn Cerablusê. Malbata Hebeşê destnîşan kir ku piştî çeteyan bihîstin ku YPG/YPJ nêzi gund bûn êdî destûr nedan ku malbat ji hundir derkevin.

Em bi tirsa serê me jêke dijiyan

Ji malbata Hebeş Êmo Elo, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê bê sebeb îşkence li wan dikir û li wan didan û wiha got: "Em her dem di bin gefan de dijiyan. Em her dem bi tirsa ku serê me jêke dijiyan. Ji ber ku em jin bûn em nikarîbûn derketina derve. Me tenê dikarîbû çarçefa reş li xwe kiribûya. Em her dem di bin zilme de bûn. Pir şikir ku şervanên YPG/YPJ'ê em rizgar kirin. "

Hemed Hebeş ê 70 salî destnîşan kir ku li gel kal bû jî gelek caran rastî lêdanê hat û piştî çeteyan dîtin ku şervanên YPG/YPJ'ê nêzi gund dibin hemû alav û amûrên bi qîmet kom kirin û reviyan û wiha got: "Çeteyan ji bo jin bi çarçefa reş bigerin û zilam jî riya xwe dirêj bikin her dem zilm li wan dikir. Demekê riya min pir dirêj bubû. kurê min bi meqezê kin kir. Ji ber vê yekê kurê min 4 menan û ez jî 2 mehan hepis kirin. 

(zt)