Bazara talanê ya DAIŞ'ê
10:28
JINHA
RIHA - Gundên Gemredîn, Gewrê û Şohan ên li rojavayê Akçakaleyê ne vegêrandin bazara pezê kurdan ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin talankirin. Li nava gundê Şohan bazar hatî danîn û ligel leşkerên li sînor dimînin bi hezaran pez lê tên firotin.
Hewildana çeteyên DAIŞ'ê ya Kobanê dagir bikin ji aliyê şervanên YGP û YPJ'ê ve bi berxwedanekî dîrok vala hate derxistin. Çeteyên DAIŞ'ê yên 4 mehan Kobanê dorpêçkirin zirarekî mezin dan navenda bajar û di rojên ewil de hemû mal û canê welatyên sîvîl weke xenîmet dîtin. Çeteyên malên li 382 gund û beşekî navenda bajar talankirin jî bi destê bazirganên ereb tên firotin. Hemû mal û pezê kurdan ê hatî talankirin bi destê bazirganên ereb li navenda Akçakale û gundên wê hatin firotin. Ji van gundan herî zêde yên navên wan tên bihîstin Şohan, Gemreddîn û Gewrê yên 20 kîlometre nêzî navçeya Akçakaleyê ya Rihayê ne.
YPG/YPJ li gundên Girê Spî ne
Ji bo em van îdîayan hîn bibin em ber bi gundê Şohan ve bi rê ketin. Piştî 35-40 kîlometre şunda me gihiştin gundê Xirbê Beranan ê navçeya Akçakaleyê. Ev gund li hemberî gunên Bexdîk, Kultep, Îdaniyê yên Kobanê yên herî dawî şervanên YPG û YPJ'ê ji çeteyan paqijkirin e. Gundê tê îdîakirin DAIŞ'ê bazar lê vekiriye piştî gundê Xirbê Beranan e. Gundên Agbaş û Xanê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne û mewziyên çeteyên DAIŞ'ê tên xuyakirin.
Gelo baregeha DAIŞ'ê ye?
Dema ji bo em şahidîniya bazarê bikin em ketin riya gundê Şohan wesayîta hatî me rawestand û pirsa "Pez heye" kir. Dema me bersiva "Na, tiştekî wisa tuneye" girt me ji wan re got em bazirganên pez in. Li ser vê yêk ji me re gotin, "Ez çi dizanim tu jî kû derê hatî. Heke hûn bazirgan bin wê demê herin perz gelek e." Dema em ketin gundê Şohanê yêkemîn tişta bala me kişand bi hezaran sewal li nava gund hatine komkirin û kesên dikirin bû. Gundiyên em ferqkirin her çiqas bi zarokan wesayîta me dan lêkolîn kirin jî fênekirin em rojnameger in. Lê ji ber hemû gundî bi guman bûn îdîaya weke baregeha DAIŞ'ê tê bikaranîn bi hêz kirin.
Malên 'kurdan û bêolan' ên hatin talankirin
Piştî em ketin bajarê em hîn bûn ku erebên li aliyê rojava pez ji DAIŞ'ê kirîn û anîn gund hêj erzan difiroşin. Buhayê bizinên Şamê yên nîşanî me dan û buhayê wan 550 TL. diyar kirin, ê rast 700-750 TL. ye. Buhayê cotê beranan ê 2 hezar û 500 TL. li wir hezar û 500 TL. tê firotin. Yê pez difirot ji me re got dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kirin hêj erzanbûn lê piştî demek şunda buhayê wan zêdebûn û got, "Berê hêştir jî anîn. Wê demê gelek erzanbûn." Dîsa heman kes got hemû mal ên kurdan û kesên bêol in.
Bi hezaran pez çawa ji sînor derbas dibe?
Li sînor ligel di navbera 2-3 km de qereqolekî heyî û ji ber bazirganiya sînor gelek mirov hatin kuştin ewqas pez çawa bi rihetî derbas dibe mijara meraqê ye. Tu kes dengê xwe ji bazara li ber çavê leşkeran pêk tê dernaxe. Dîmenên li gundê Şohan li gundên Gemreddîn û Gewrê jî pêk tên.
(zt)

