'Daxwaziya min ew e ku biçim Kobanê ser gora kurê xwe'
10:34
JINHA
RIHA - Dayika Kewser Îsa (47) piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê diyar kir ku kurê wê Ezîz Ethem (Xemgîn Kobanê) ji bo welatê xwe li hemberî çeteyên hovane bi qehremanî şer kiriye û wiha got: "Li gel hemû hevkariya Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê re Kobanê neket û şervanên YPJ/YPG'ê û şehîdên me bi ser ketin. YPJ/YPG û şehîdên me rûmeta me ne. Ne ji wan bûya, niha em jî tune bûn. Tenê daxwaziya min ez biçim ser gora kurê xwe."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê bi berxwedanek dîrokî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat şikandin. Bi operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên azadkirinê her ku diçe ber bi serkeftinê ve diçe. Dîsa di vê têkoşînê de bi dehan têkoşerên YPG/YPJ'ê di şerê rûmetê de bi awayek lehengî jiyana xwe ji dest da. Yek ji van lehengan şervanê YPG'ê Ezîz Ethem (Xemgîn Kobanê) ku roja 26'ê cotmehê ya 2014'an jiyana xwe ji dest da. Dayika Ezîz Ethem (Xemgîn Kobanê), Kewser Îsa (47) yên ji gundê Toremên piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê li ser daxwaza şervanên YPG/YPJ'ê hatiye Pirsûsê û li baraqayê malbata şehîdan bi cih bûye. Kewser diyar kir ku kurê wê ji bo welatê xwe li hemberî çeteyên hovane bi qehremanî şer kiriye û heta dilopa xwîna wî ya herî dawî têkoşiyaye.
'Ligel hemû hevkariya qirêj Kobanê neket'
Dayik Kewser da zanîn ku heta niha cenazeyê kurê xwe nedîteye û yek xwesteka wê dîtina gora kurê wê ye. Kewser destnîşan kir ku Kobanê bi xwîna şehîdan hatiye şuştin û bi saya şehîdan Kobanê neketiye destên çeteyan. Dayik Kevser bilêv kir ku ji aliyekî DAIŞ'ê êrîşî wan dikir û ji aliyê din jî leşkerên dewleta tirk êrîşî wan dikir û wiha axivî: "Dema heval xwestin em ji Kobanê derkevin em hatin ser sînor. Li ser sînor dewleta tirk em rojan li ser sînor rawestandin. Xwestin ku me radestî çeteyan bikin. Ligel hemû feraseta Tirkiyeyê û bi hevkariya çeteyên DAIŞ'ê re Kobanê neket û şervanên YPJ/YPG'ê û şehîdên me bi ser ketin. YPJ/YPG û şehîdên me rûmeta me ne. Ne ji wan bûya, niha em jî tune bûn. Bijî serkeftina wan. Ez gavek berê dixwazim biçim welatê xwe û biçim ser gora kurê xwe Xemgîn. Şehîd tu carî namirin."
'Êdî zarokên Kobanê jî mezin bûn û hemû bûn perçeyên YPJ/YPG'ê'
Keça Kewser, Dilo Ethem (12) jî diyar kir ku dema ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan hatin Pirsûsê, leşkerên tirk gaza îsota û bi ava şîd êrîşî wan kiriye û wiha axivî: "Zilma leşkerên tirk li me kirin, DAIŞ'ê li me nekir. Em vê zilmê qet ji bîr nakin. Lê ne xem e. Kobanê neket, ew bes e. Êdî Kobanê li cîhanê bûye sembola berxwedanê. Tu kes nikarin carek din êrîşî welatê me bikin. Êdî zarokên Kobanê jî mezin bûn. Hemû kes êdî perçeyên YPJ/YPG'ê ne. Em ê welatê xwe li eniyên şer biparêzin."
(kom/zt)

