Jinên Kerkukê serdana Gerilayên YJA Sar kirin

10:46

 


JINHA


KERKUK - Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) û Yekîtiya Star bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê serdana gêrîllayên YJA Star ên li qezaya Daqûq a Kerkûkê kirin.


Şandek ji Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) û Yekîtiya Star serdana gêrîllayên YJA Star ên li Kerkûkê kirin. Şanda jinan ji aliyê gêrîllayan ve hat pêşwazîkirin. Li ser navê gêrîlayên YJA Starê Nûda Karker axivî û wiha got: “Em xêrhatina jinên Kerkûkê dikin. Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li yên Kurdistanê pîroz dikin. Em hemû mantiqekî deshilatdarî û baviksalariyê şermezar dikin. Em vê rojê li hemû jinên di nava berxwedan û şoreşê de ne pîroz dikin. Di vê rojê de serdana we ji bo me pir giringe.”


Di serdanê belgeyên ji bo rêzgirtinê pêşkêşî gêrîllayên YJA Starê hatin kirin.


Endama RJAK’ê Şino Ebdulxaliq axivî û wiha got: “Armanca serdana me ew e ku em cejna jinan pîroz bikin. Ji ber ku em gêrîlayên jin ji bo parastina cewherê jina azad dibînin, ji bo vê yekê me serdana wan kir.”


(zt)