Jinên Kakayî cara despêkê ye 8’ê Adarê pîroz dikin
10:58
JINHA
KERKUK - Jinên Kakeyi yên li gundê Rizgarî yê girêdayî Daqûqê 8’ê Adarê bi şahiyekê pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku ew weke jinên Kakeyî dixwazin dengê xwe bigihînin jinên cîhanê, bi taybet jinên Kobanê û Şengalê.
Cara yekem jinên Kakeyi yên li gundê Rizgarî ya girêdayî navçeya Daqûqa bajarê Kerkûkê ya Başurê Kurdistanê bi şahiyekê roja 8’ê Adarê pîroz kirin. Di şahiyê de derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de gotar hatin xwendin. Jinan di gotarên xwe de dan diyarkirin ku divê jin êdî azad bibin. Jinan gotin ku jin nîvê civakê pêktînin. Dayîka bi navê Sîrwan axivî û got: “Jinên Kurd îro hatine astek bilind ku dikarin parastina xwe û hemû netewan bikin. Ez di wê hêviyê de me ku wê jin ser bikevin.”
Jina ciwan a bi navê Leyla jî got: “Roja 8’ê Adarê roja tekoşîna jinên Kurde. Rojekî gelekî pîroze û pêwîste hemû roj bibin roja 8’ê Adarê. Ji ber ku jin nûnertiya nîvê civakê dike, rêzdariyek mezin jêre were dayîn û ez dibêm jin, jiyan, azadî.”
‘Ji bo min jin tê wateya serbilindî û tekoşînê’
Jina ciwan a bi navê Cale Omer jî hestên xwe anî ziman û got: “Di destpêkê de ez vê rojê li hemû jinan pîroz dikim, ji bo min jin tê wateya serbilindî û tekoşînê. Jin nîvê civakê û nîvê din jî perwerde dike. Pêwîstiya me jinan bi destxistina mafê xwe heye.”
Jinên Kakeyî dilsoziya xwe bi jinên Kobanê, Şengalê û gerîlayan re anî ziman. Şahî bi gotina helbest, xwendina stran û bi dûruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
(zt)

