Qada 8’ê Adarê li benda mêvanên xwe yên rengîne

11:13

 


JINHA


AMED – Amadekariyên Qada Îstayonê ya dê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê lê bê pîrozkirin bi dawî bûn. Qad bi alên KJA'ê û posterên jinên qehremanên pêşeng hatî dagirtin li benda seatên li pêş bi rengê festîfalê bê xemilandine.


Qada Îstasyonê ya Amedê ya ku dê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê lê bêpîrozkirin bi rengên jinê hate xemîlandin. Platfroma axaftin li ser bên kirin bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Ligel vê yêkê posterên jinên di têkoşînê de cih girtin û di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Ligel wêneyan pankarta "Em bi jinên li Kobanê ber xwe dan xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" hate aliqandin. Hemû qada bi alên KJA'yê hate xemîlandin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Arîn Mîrkan hatin daliqandin. Ji ber ku du destê Arîn Mîrkan de çek hebû polîsan xwest ku wêneyê wê bê rakirin.

Piştî jinên ji Mêrdînê tên gihiştin Amedê dê ji Deriyê Çiyê ber bi qada mitîngê ve meş bê lidarxistin. Mitîng dê bi axaftina Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek dest pê bike. Pişt re dê Ceylan Bagriyanik peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwîne. Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û ji Sekreteryaya Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê dê jinek bi axive. Hîna şaxên meşên biherikin cihê mitîngê despênekirine jî hijmarek mezin jin li qadê civiyane.


Dê li Qada Deriyê Çiyê jinên DKY’ê bên pêşewazî kirin û heya cihê mitîngê bimeşin.


(zt)