Meşa Jinên Başurê Kurdistanê ber bi Şengalê ve didome
11:34
JINHA
KERKUK - Karwanê meşa dirêj a jinên Başurê Kurdistanê ya ber bi Şengalê ve berdewam dike. Jin di ketina Kerkûkê de bi coşeke mezin hatin pêşwazî kirin û gerîlayên YJA Starê jî di merasimê de amadebûn.
Jinên Başurê Kurdistanê yên ber bi Şengalê ve dimeşin şevê dinê şeva xwe li bajaroka Bazyan derbaskirin. Piştî bajarokên Tekiye û Çemçemal jin gihiştin Kerkûkê. di ketin Kerkûkê de jinên bajêr bi coşeke mezin karwanê meşa dirêj pêşwazî kirin. Paşê jinan li parka Qela ya Kerkûkê daxuyaniyek li ser armanca hatina xwe dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê RJAK’ê ve hat xwendin, carekedin israra jinan ya ji bo çûyîna Şengalê derket holê. Daxuyanî ji aliyê çapemeniya başûrê Kurdistanê ve bi elaqeyek mezin hate şopandin.
‘Jinên Başur di şopa Leyla Qasim û Viyan Soranan de gihştine vê astê’
Her wuha Gerîlayên YJA Star jî beşdarî merasima li parka Qelayê bûn û yek ji fermandarên YJA Starê, Şanda Bahoz axivî û bixêrhatina meşvanan kir û got: “Îro jinên başûr di şopa Leyla Qasim û Viyan Soranan de gihiştine vê rojê. Emê hertim li gel tekoşîna jinan li başûrê Kurdistanê bibin û li hemberî çeteyên hov ku bi taybet êrîşî jinan dike, şerê azadiyê bidin.”
Dê jin vê sibê 8’ê Adarê ber bi Hewlêrê ve birêdikevin û paşê ber bi Şengalê ve diçin.
(zt)

